Şerê Îbrahîm Paşa û Hadîyê Cerba

Şerê Îbrahîm Paşa û Hadîyê Cerba

Nivîs: Konê Reş

 

Konê Reş: Berî Sê rojan Prof. Dr. Celîlê Celîl bi min re axifî û ji min xwest ku ez navê çend stranên şera ku li Binxetê an li dor sînorê Serxetê û Binxetê qewimîne jêre bişînim.. Ji bo vê yekê, careke din ez li dostê xwe Bavê Şivan vegeriyam. Ew wek ferhengekê ye ji stranên Kurdî re.. Wî, ev destpêka şerê Îbrahîm Paşayê Milî û Şêx Hadîyê Cerba yê Şemerî ji min re got:

(Lê dinya yê.. Lê dinya yê.. Dinyakî pûçî betal bikêrî kesî nayê.

Bi Hadî Exû Şehayê.. Bi mala Muhemed û mala Cerbayê, li xwe vexwehewandî 1700 malê Şemera Xurisa, Sabta û Bedewyayê.. Dibên emê bigrin ser konê îbrahîm Paşayê Milî kekê Gulçînê siwarê Qilyayê.. Emê konê wî bidin ber devê şûra, bikin cuherê hespayê, piçkê konê wî bikin wek baskê teyr û qertela bifirînin ezmanê heftayê..

Lê dinya yê.. Lê dinya yê.. Dinyakî pûçî betal bikêrî kesî nayê. 

Hadî Exû Şeha dike û dilezîne, mektûbekê di destê ebdê xwe de datîne, dibê bilezke bilezîne, vê mektûbê di destê Hisênê Qenco bavê Evdî, Kormisqofê Dena de bigihîne.. Ebdê wî Seglawiyê ji tewla hespa dikşîne û qûnaxekê hiltîne û yekê datîne.. Xwe bi Hilêliyê qesra Hisênê Qenco ve digihîne, mektûbê di destê wî de datîne.. Hisênê Qenco mektûbê xet bi xet dixwîne, wek Tirka dibêje; Bax bax û serê xwe dibere dihejîne.. Û dibêje: Çi qewimiye li vê dinyayê, Hadî Exû Şeha mîna çiyayê Şingalê ye, Îbrahîm Paşayê Milî mîna çiyayê Omerya ye, ez rebenê Xwedê mîna girekî ji girên beriyê ketime orta van herdu çiya ye..

Lê dinya yê.. Lê dinya yê.. Dinyakî pûçî betal bikêrî kesî nayê.

Xanima Hisênê Qenco (Xensa) ji malmezinek Diyarbekirya ye.. Serserqot û pêxwas derbas dibe odeya egîd û mêra ye û sê dengan bang Hisênê Qenco dike û dibêje; Wa Hisênê Qenco..! Wa Hisênê Qenco..! Sê ehdê Xwedê li canê min ketibe, eger tu destûra Hadî Exû Şeha li Îbrahîm Paşayê Milî bide, ezê devij kuflet û erz û iyalê te berdim, ezê herim bikim ebîdekî ji ebîdên Şemera ye..

Lê dinya yê.. Lê dinya yê.. Dinyakî pûçî betal bikêrî kesî nayê..).

Not: Dirêj e.. Wek ku got min nivîsandiye.

Xelat