Elî Kerîm behsa 50 saliya karê xwe yên hunerî dike
Îro şeme 26/10/2024 li salona Kurdistanî Nwê li bajarê Silêmaniyê, semînerek taybet ji bo hunermendê Kurd yên navdar (Elî Kerîm) hat lidarxistin.
Semîner bi amadebûna hêjmarek ji nivîskar û rojnamevan û ronakbîr bi serpereştiya rojnameya Kurdistanî Nwê bireveçû. Têde hunermend Elî Kerîm behsa 50 saliya ezmûna karê xwe yê hunerî kir.
Her weha Elî Kerîm ronahî xiste ser pirtûka xwe ya binavê (Ronahiyek li ser Şanoya Kurdî) ku têde xebat û karên xwe aniye ziman ku beşdarî di çendîn şano û dramayên erebî û Kurdî kiriye û xizmetek mezin ji doza netewî ya Kurdî re jî kiriye.





XELAT
