Serokê Fransa xelata nîşana rûmetê pêşkêşî Nadiye Murad kir

Serokê Fransa xelata nîşana rûmetê pêşkêşî Nadiye Murad kir

Roja Sêşemê 21/4/2026 li Qesra Élysée Serokê Fransa Emmanuel Macron di merasîmekê de xelata Rûmetê pêşkêşî çalakvana mafên mirovan û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê keça kurd Nadiye Murad kir.

(Nîşana Lejyonê ya Rûmetê), xelata neteweyî ya herî bilindê yê Fransayê ye, ku ji kesên ku xizmet û beşdarîyên wan pabendbûnek bêhempa ji bo nirxên rûmet, dadperweriyê û mirovahiyê nîşan didin re tê dayîn.

Di merasîmê de, serokê Fransa wêrekiya Nadiye Murad û hewldanên wê yên cîhanî ji bo pêşxistina lêpirsînê, hêzdarkirina kesên rizgarbûyî, û piştgiriya civakên ku ji şer bandor bûne, di nav de rola wê di eşkerekirina tawan û binpêkirinên DAIŞê de, pesnê wê da.

Li gorî Macron, xebata wê di avakirina tevgereke navneteweyî ya mezinbûyî de jî beşdar bûye ku balê dikişîne ser bidestxistina dadperweriyê û pêşîgirtina li tundûtûjiya têkildarî şer.

Nadiye Murad yekem jina Kurd ya Êraqî ye ku vê rûmetê werdigire.

XELAT/ PUKMEDIA