Zeynelabidîn Zinar: 11 Pirtûkên min ji çapê derketin

Nivîskar û lêkolînvanê Kurd ê naskirî Zeynelabidîn Zinar ragihandiye ku roja newrozê 21/3/2025 11 pirtûkên xwe ji çapê derketin û hêjmara pirtûkên wî gihêştin 148`an.
Zeynelabidîn weha dibêje: Pirtûka Min Nijadxane Ji Çapê Derket
Îro Roja Newroza Pîroz, 11 pirtûkên min ji çapê derketin.
Yek ji wan jî NIJADXANE ye.
Pirtûk saet li dora 12.00 geha destên min.
Jimara pirtûkên min geha 148an.
Nivîsên sala 2023 û 2024 ku li rûpela min a Facebokê hatine weşandin, min ew wek pirtûk dane çapkirin, da berze nebin.
Kaxezê navê 70/gr û bergê wê yê rengîn jî 300/gr.
Mezinahiya wê 14x21 cm ye.
Di pirtûkê de 366 sernav hene.
Lê hin kurtenivîs hene ku wek sernav nehatine hesibandin.
Piraniya nivîsan li ser Çanda Kurdî ne.
Hinek jî helbestên min tê de hene.
Ez ê danasîna pirtûkên din jî biweşînim.
KESÊ PDFya PIRTÛKÊ BIXWAZE, DIKARIM BI RIYA WHATSAPPÊ YAN MEYLÊ WEK DIYARÎ BO WAN BIŞÎNIM.
Her şad û bextewer bin.
21ê Adarê, NEWROZa 2025an
XELAT