Ragihandina me ya Kurdî berev kîve?
Nivîs: Vegêr Nihêlî
Di salyada Rojnamegeriya Kurdî de, em lêzivrînekê di ragihandina Kurdî de bikin ka gelo ragihandina me kariye bibe cihê baweriyêa hemû kesî? Wekî ku em dizanin, mafê gihîştina agahiyên rast û zanistî yek ji mafên bingehîn ên her welatiyekî ye, lê pirsgirêk ev e, gelo medyaya me ya Kurdî kariye vî mafî ji welatiyan re peyda bike?
Bersiv dibe ku erê an na be, ji ber ku ragihandina me ya heyî ne ew ragihandineye ku hemî çînên mirovan îfade dike û heya ku welatiyek bi agahdariyê neyê piştrast kirin, divê ew çend kanalan biqulibîne daku bizanê ew zanyariyên han ji kîjan kanalê hatiye wergirtin û Kanal yê kîjan aliyê siyasî ye? Ragihandineke bi vî rengî jî, dibe sedema dirustbûna dîtinek tarî û netemam a bûyeran.
Ji ber ku piraniya kanalên me rasterast an nerasterast bi rojev û berjewendiyên siyasî û partî ven diyarkirî ve girêdayî ne, ev dibe sedem ku nûçe û agahî berî ku bigihîjin wergir, ji fîlterên berjewendiyan re derbas dibin û tenê rastiya ku xizmeta rêça kanalê dike tê nîşandanê.
Ji aliyekî din ve, pirsgirêka profesyonelîzmê û nebûna serxwebûna darayî di nav kanalên Kurdî de bûye sedema ku rastî gelek caran bibe qurbanê nakokiyan û heke welatî li ser van kanalan bi tenê bimînin, ew ê ji wêneya giştî ya cîhanê û derdurê bêpar bimînin.
Di demekê de ku em di serdemekê de dijîn ku agahî û zanyarî bi lezeke mezin belav dibin û kanalên xwecihî (navxweyî) gelek caran ji bo bidestxistina bînerekî zêde berê xwe didin mezinkirina babetan an jî hest û sozên xelkê li ser hesabê rastiyên zanistî û hejmarî bikartînin eve jî dibe sedem ku welatî bikeve di nav bazineyeke girtî yê pêzanînên dubare û arastekirî de.
Gelo dê çawa me dezgeheke mezin a medyayî yê serbixwe hebît? Dibe ku di niha de ev li Herêma Kurdistanê ne hêsan be, lê ev rastiya ku li Herêma Kurdistanê heye li çendîn welatên din jî heye, lê wan ev astengî derbas kiriye û divê li Herêma Kurdistanê kar li ser damezrandina saziyeke medyayê ya serbixwe were kirin û çavkaniyên darayî yên vê saziyê divê rasterast bi Wezareta Darayî ya hikûmetê ve girêdayî bin û mafê ti aliyan tune be ku destwerdanê têde bike.
Xelat
