Rojava- Şam Federaliyeta Kurdan Napejirîne
Çavdêrê Siyasî û Rojnamevanê Kurdê Rojavayê Kurdistanê Dawûd Çîçek, roja Çarşemê 30/4/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya kenala Gelê Kurdistanê.
Dawûd Çîçek di wê hevdîtinê de bal kişand ser karvedanên desthilata Şamê û hin welatê herêmî li hemberî konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
Her di wê derbarê de Dawûd Çîçek da diyar kirin ku divê bilez şanda hevbeş a kurdî biçin Şame û li gel desthilata demkî bikevin danûstandinan jibo misogerkirina mafên gelê kurd li Sûriyê û Rojava.
Bernama `Rojava` taybete bi bûyerên germ ên li Rojavaye Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamevan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjimêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT
