Fethula Husênî Mêvanê Xelata Kurmanca ye

Endamê Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê mamosta (Fethula Husênî) ragihand, helwêsta Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Bafil Celal Talebanî) derbarê doza netewî ya Kurd zelal û girînge.

Fethula Husênî beşdarî bernameya Xelata Kurmanca ya ku di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê weşandin li bajarê Silêmaniyê û ji aliyê rojnamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û di derbarê helwêsta Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê (Bafil Celal Talebanî) derbarê Rojavayê Kurdistanê de axivî û got, Helwêsta YNK`ê helwesteka zelal û berpirsyarane û cidî ye ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser astê aborî, siyasî, civakî û serbazî û xizmetguzarî de û eve jî berdewamiya siyaset û rêbaza rewanşad serok Mam Celal Talebanî ye ku piştevaniya temam ji bo Rojavayê Kurdistanê dikir bi bê ku dest di karûbarên navxwe ya Rojava de werde.

Husênî tekez jî kir ku, palpiştiya Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî û helwesta wê bi taybetî bi gotina (Em Kurdin û her Kurd dibin) rastiya piştevanî û palpiştiya xebat û tekoşîna gelê me ye li rojavayê Kurdistanê ye.

Fethula Husênî got; Ez geşbînim ku YNK`ê rolek serekî bilîze ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê bi taybetî jî serdana Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî) ji bo Rûsyayê nîşana wê yekê ye ku YNK`ê dikare roleke erênî bilîze ji bo navbeynkariya di navbera Rêveberiya Xweser ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Sûriyê de jiber ku Rûsya bi sedan rêkeftinên xwe li gel hikûmeta Sûriyê ye û çareseriya pirsa Kurd li Rojava li Şamê ku, kilîta çareseriyê li cem Rûsyaye.

Bal kişand ser wê yekê jî Fethula Husênî got; Serokê partiyeke mezin wek YNK`ê ji bo Rûsyayê di demekî de Kurd roleke xwe ya serekî heye, şanaziyeke bo kurdan ku YNK`ê danûstandinê digel welatekî wek Rûsya de bike ji bo doza netewî ya Kurd û me pêdivî bi partiyeke mezin ya Kurdistanî wek YNK`ê heye ji bo avakirina gotareke siyasî ya Kurd û Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê bi wê role dilîze.

 

XELAT