Xwendineke Rexneyî Li Ser Diwana "Kurdistan û Tu"
Nivîsa: Abdulqadir Hourî

Li dawiya sala 2023-an de û li ser xaka zanîngeha Elektrikê a bajarê Aarhus’a danîmarkî şahiya wajokirina diwana gencê kurd Ciwan Osman birêve çû .
Di şahiya wajokirina diwanê de, çawa Ciwan Osman fêrî kurdî bû, behis kir , û çima wî diwana xwe yekem ,bi kurdî û erebî weşandiye, şirove kir. Ciwan Osman di roja wajoya diwanê de jî, çend helbestên xwe pêşberî beşdaran xwendin .
Ji bo Sernavê kitêba xwe “Kurdistan û Tu “ Ciwan Osman sedema vê yekê şiroveya xwe ji beşdaran re kir û got . “ Min di berhevoka xwe de diyalogeke ruhî bi du tiştan re kir. Yekem tişt kurdistan e, û ya duyem jî evîndariya ku di dilê min de hertim dilepite ye ew du beşên evîndariyê bi hîç carî . Ew du evîndar, li her katekê de û, di nav ,dil, hest û hinavê min de têkildar in . Ew her du tişt li ber min û nayên nirxandin.
Berhevoka “Kurdistan û Tu “ ji 174 rûpelan ve pêk tê û bi dizayna navend hatiye çapkirin. Rûpelên dîwanê bi 37 helbestan hatiye xemilandin, û şêwaza helbestan bi du şêweyan hatine danîn, ango li ber her helbesteke kurdî wergera wê ya erebî jî hatiye danîn . Rewşenbîr Baran Bîrdoz bi çavên xwe yên rêzimanî li ber helbestan sekiniye û bi pênivîsa xwe li pey peyvên çewt û şaş geriyaye û rastkiriye .
Dema mirov helbestên berhevokê bixwîne, meriv şêweyeke klasîk hem ji hêla peyvan û hem jî ji hêla babetan ve dibîne. Rexnevan dikare bi lez malikên normal yên di nav destên helbestvan de hatine hûnandina bibîne. Rexnevan dikare bi hêsanî rewşa helbestvanekî nûhatî weke zarokekî biçûk şîrê diya vedixwe , û dixwaze li nav asîmana peyvan bifire, cihê xwe bigire ,dibîne . Dema meriv bi hûrgilî li ser peyvên zimanî ku helbest hatiye avakirin bisekine , ew dibîne ku helbestvanê me Ciwan Osman di erkê xwe yê sirûştî de bo teqîna peyvan , hejandina civatê nekiriye , û wî beramber wan tiştan , wî hestên xwe avêtine nav deriyaya peyvên normal! . Helbest ne tenê rêzkirina tîpan li nik hev tê hûnandin, lê belê helbest ji gotina fîlosofekî yan jî kurtebeşek ji hindek ayatên pîroz,ne kêmtir e, ango helbest tiştekî pir bi sûd û nirx e .
Gelek nimûne ji helbesta “hestnormal” di metinên helbestên wî de hene, tevî ku helbest xwe weke “helbesta nû “ nîşan dide . Yek ji van nimûneyan , ew helbesta ya bi sernavê “Lê Hatin”
Çiqaş xweşik in lêhatin
Çunkî ew bê payîn tê.
Bê pirsa ji hiş
Bê tiştek
Ji her tiştî tazî
Bêsûc e
Rindik e .
…….……..
Ger meriv li avahsaziya helbestê binêre dê ew ê peyvên “xweşik, rindik, bêsûc , hiş hatine danîn , nimûneyeke berbiçav ser peyvên ku di cihana sazkirina helbestê de mirîn e, nîşan didin . Helbestvan nikaribû volkana peyvan ji nav hestên xwe ve, bi awayekî zimanî biteqîne .
Bi nihêrîna min, helbestvanê me Ciwan Osman ket nav şaşiyekê , û ew şaşî jî pirsekê davêje serê xwendevanan , û dibêje : Gelo . Ciwan Osman helbestvanekî kurd e , yan jî helbestvanekî ereb e? . Gelo, cihê parstina berhevoka Ciwan Osman di çi pirtûxaneyê de digire ? Pirtûkxaneyna erebî yan jî pirtûxaneya kurdî ?
Bi texmîna min,ger ciwan Osman berhevoka xwe bi tek zimanî biweşanda dê dîwana wî baştir biba , û hê baştir biba jî , ger diwan tek bi kurdî ba .
Belkî Ciwan Osman bervaniya xwe bike û sedema weşana helbestan bi du zimanan nîşan bide û bibêje : wergera min helbestan bo erebî , da ku kurdê ku bi kurdî nizane bixwene ,fêrî hestên kurdî hatine hûnandin têbigihe , merema sereke a min ji meselê bû . Ev şêweya weşana helbestê bi du zimanan, di kitêbekê , û e’ynî helebestvanekî
ne cihê erêniyê ye. Yek ji erkên dahînanvanan ve ew e ku , ew agirê şoreşeke zimanî û fikrî saz bikin û qeydên kevin ku civakî di bin wan de dinalin, bişkînin . Cihêbûneke mezin di navbera hunermend, helbestvan, fîlosof û wênesaz - û kesên rojbiroj bo jiyan û debara malên xwe dijîn heye , ji kesên behremend tê xwestin ku ew asoyan li ser erd û asîmanan de hene ji bo gelan ava dikin û agirê hêviyan gur bikin .
Tiştê yekemîn ku Ciwan Osman herî baş kiribû ku wî penceryeke girtî di zimanê kurdî de hatibû girtin vekir, û berhevokeke ku peyva kurdî û zindî kir . Wî rêza xwe ji peyv û zimanê kurdî re girt , dema wî berbevoka bi helbestên kurdî , û peyvên şîrîn xemilandin .
Û tiştê duyemîn jî ku wî karibû , li bajarekî li biyanistanê dikeve, komekek ji hezkerên kurdî bicivîne , û çend helbest li ber guhên wan bixwîne . Wî bi çalakiya xwe kevirek bo parastina kurdî avêt ser ava meyî ku civata kurd bi xemsarî li zimanê xwedî derdikeve, bi liv û tevger bike.
Meriv dikare Berhema “Kurdistan û Tu “ya Ciwan Osman weke berheneke destpêkî binav bike ,ango riya wî gencî di jiyanê de hê dirêj e , û riya xwe weke navekî stêrkane di asîmana edebiyata kurdî vekiriye, ger ew nivîs û weşanên xwe bi kurdî berdewam bike . Di paşerojê de jiyana edebî û dahînanî a ciwan Osman dê zelaltir be. Ka ew ê çawa lîstika xwe ligel peyv, awaz, hest û wêneyên helbestî, weke girêkeke hevîr di nav lepên kevaniyekê de nanekî germ û taze, ku ew awayekî hosteyî dipêje da ku nanê nûhatî deyne ser sifreya nanxwaran bike, yan na ? . Şîreta min ji Ciwan osman re heye, bila ew li ser riya Ehmedê xanî, Meleyê Cizîrî û Cegerxwîn û yên dîtir jî bernede, û hêza gencbûna xwe bo berdewamiya kaniya zelal a ziman û edebiyta kurdî bike, heta ku kaniya zimên hertim biherike û ziwe nebe . Ev şêwe xebat ne tene dikeve ser stûyê Ciwan , lê belê dikeve stûyê her kurdperwerekî dikeve ..

XELAT
