Hozan Brader bîranîna xwe û EMÎNÊ ERBANÎ vedibêje

Hozan Brader bîranîna xwe û EMÎNÊ ERBANÎ vedibêje

Min xwe nuh fêrî tembûrê kiribû û min stran digotin.

Rojek havînê dîsa li oda mîvana min derî li xwe girti bû û min tembûr di jenî û stran ji xwe re digot.

Xalê min rahmetî Şêxmûs,li derî xist û go ka tembûra xwe hilde,yabo dibêje bila were ji minre li tembûrê bide.

Kalê min rahmetî Şemdîn nexweş bû.

Ji xalê min re gotibû bila were hinekî ji min re li tembûrê xwe û stranan bêje.

Ez û xalo Şêxmûs em çûn hizûra kalo Şemdîn!

Piştî min çend stran got,kalo hinekê kêf kir û hinekî jî girîya.

Xalo Şêxmûs got li wan malên pişt senaî sîte,dawet heye.

Ka em jî herin.

Min tembûr li mala kalo hişt û ez û xalo em çûn ber dawetê.

Wê çaxê li welatê me hê systema deng tune bû.

Min dî govend gerîya ye û xortek tembûra xwe avêtîye hustuyê xwe û bi ber govendêre diçe û tê û stranan dibêje û govend germ kirîye.

Ha ew xort,Emînê Erbanî bû.

Piştî me hev naskir ji min xwest ez jî hinekî govendê bigerînim.

Lê tobe heram be.

Ez li ku û govend gerandin li ku.

Emîn çiqas hewl da min fêrî rytma govendê bi tembûrê re bike jî,lê ji heq nehatim der.

Ez hêjî fêr ne bûme.

Ew cara yekem bû kû min û rahmetîyê Emînê Erbanî hev naskir.

Cara duyem di salên 2000 da bû.

Carekê Volkan kurê Halîme Guldiken ku dema min li YBO dixwend,mamoste ya min ya sporê bû;ji Viyana li min gerîya.

Got min Emîn bi vîze anîye.

Mîvanê mine.

Gelek dixwaze te bibîne.

Piştî mim û Emîn me xêrhatin da hev û li halê hev pirsî,min ew dawetî malê kir.

Volkan û Emîn hatin Holanda û me dîdarek xweş bi hevre derbaskir.

Min ji dil ji Emîn re pêşnîyaz kir kû li Hollanda bimîne.

Min got:

"Ger tu bimîne,ezê system a deng amade bikim û tu yê her hefte here dawetan.

Carna hewce kir;emê carna bihevre herin şahî û konsertan."

Pir kêfa wî hat ji vê teklîfa min re.

Lê ji nişkave got:

"Na yabo na!

Ez neçim govendên welat û bi taybet,

ê Mûsîka û carna henek û xeberan ji min re nedin,ma sebra min tê abê?

Û bi ken berdewam kir:

"Kuro;carekê min li govendek Mûsîka strana "kalo hûçik mûçik

Dijminê keçkê bi çûçik"

digot.

Ew yekî we yê pir henekçî heye,kinnike.

(bahsa xalo Bekiro dikir).

Hat devê xwe xist guhê min û got ev tu ji min re dibê ne? "Hey min di....."

Û bi stran xebera xwe da û çû dîsa cîyê xwe."

"Ê Brader abê,ez ji kenna mirim."

Em hemî bi hev re kenîyan.

Min got:

"Bawerim ew xalo Bekiro ye"

Emîn:

"Ê Welleh Brader abê;tu rastî yê bixwaze,kêfa min ji Avrupa re nehat.

Yaho çawa sebra we li vir tê?

Ema Brader abê,hima ne ji mecbûrî be tu jî naxwaze ne?"

Emîn berî vîze bi qede,wegerî ya welat û xizmeta xwe berdewam kir.

Emîn ne xwenda bû.

Lê gelekî jîr bû.

Dema cara yekem vegerîyam welat,bi germayî û heskirin hat xêrhatina min kir.Êdî me gelek car hev didît.

Cara dawîn karsazê me welatperwer Ramazan Karakoç li Amedê molek vekir.Ji bo vekirina mol ê ez û Emîn dawet kiribûn.

Piştî wê konserê,êdî me hev nedît.

Do piştî nîvro hevalê min yê qedîm û hêja kekê min Bedran Karaboga li min gerîya û got Emîn wefat kirîye.

Gelek xemgîn bûm bi çûna xwedê jê razî,

Emîn Erbanî.

Xizmetkarekî folklor û govenda Kurdî bû.

Insanek dilovan û herdem devliken bû.

Xweda yê dilovan,wî bi rahma xwe şa bike.Mekanê wî ronî be.

Di serî de serê malbata wî,birayê wî Mihemmedcan û heskirîyên wî sax be.

 

Brader Mûsikî

Arnhem