PÊNREVÎNEK

Helbestvan: Merwan Berekat
Xwe wekî xwe diyar bike
Pênek e
Nebe biwêja ji devekî sist filitî
Bila rêwîtiya te kesk be
Bi firîna teyran şad bibe
Nêçîr ne jiyan e
Li Xwedê negere çendî mezin e
Peyv
Kiryar
Hezkirin
Xewn
Hêvî û navpişta gewir te mezin dikin
Xwe kêmî xwe nebîne
Tewşan windabûna di nav kulxanê de ye
Tim ronahî ne diyar e
Di reşiyê de li stêrkan binêre
Tîrêjên royê hemêz bike
Awazên barîna baranê bike stran
Qêrîn ketiyan ranake
Li jor binêre
Jêr gora bêvînan e
Di navbera mirin û jiyanê de pênek e
Rêka xwe binase.
Efrîn: 19.03.2024
XELAT