SEBEB ÇÎYE  ?     

SEBEB ÇÎYE  ?     

Helbest: Hinara Tajdîn

 

Xarîta topa wê dinê,

Boyax dikin sor geveze,

Cihan bo çi mera tenge

Timê kerr, lal û bê denge,

Bê deng û hiz ew der, cînar,

Dukjin xortên me bejn çinar,

Nabişkivin ew dar hinar

Pel pirûz, girî têne xwer,

Her miletek bûne dewlet,

Ew nagrin mera hurmet

Û nadne me ew  tû qîmet

Nemaye me îdî tewat,

Dijmin timê me ne razî,

Sor dikin axa  pîrozî,

Mîna wawik û berazî

Gelo tu çi me dixwezî ?

Heya kengê histûxwerbin,

Dest dirêjî bîyaniya kin,

Her carî parsekîyê bikin

Dilê neyarên xwe şakin,

Rabin,hevra bi yek dengî,

Xwekin cilê hezar  rengî,

Heftê mîlyon şox û şengî

Kivşkin maqûl, serkêşekî,

Herçar bira nêzî hevkin,

Sûrê orta wanda rakin,

Rê em li ber hevdu vekin

Dijminê xwe  tunebikin,

Em nebin destmala desta,

Destên ereb û tirkada,

Kurdistana xwe rengînda

Bijîn emjî azadiyêda.

 

XELAT