Rojên Şanoya Amedê bi lîstika Çalakîya Malçêkirî dest pê kir

Rojên Şanoya Amedê bi lîstika Çalakîya Malçêkirî dest pê kir

1'emîn Rojên Şanoya Jinan a Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, bi pêşandana lîstika Çalakiya Malçêkirî ya ku ji aliyê lîstikvanên jin ve hat lîstin, destpê kir.

Rojên Şanoya Jinê ya Amedê di bin banê Serokatiya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin de di navbera 5-10'ê Mijdarê de xebatên xwe dimeşîne, dest pê kir. Gelek kes beşdarî resepsiyona ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin, bûn.

Her weha ji gelek herêmên Bakûrê Kurdistanê lîstikên şanoyê beşdarî vê festîvalê bûne, ku bîtir jin têde beşdarin.

Şanoya Çalakiya Malçêkirî ya ku ji aliyê Şenay Tanrivermiş ve hatiye nivîsandin ji aliyê lîstikvanên jin ve hat lîstin. Temaşevanek mezin beşdarî şanoyê bû, ku bi wergera Dilawer Zeraq wek Çalakîya Malçêkirî ji bo kurdî hat adaptekirin.

XELAT/ malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê