Nizar Amêdî wekî Serokomarê Êraqê hat hilbijartin

Nizar Amêdî wekî Serokomarê Êraqê hat hilbijartin

Îro Şemî 11-04-2026 an,Nîzar Mihemed Seîd Mihemed, ku bi navê din Nizar Amêdî tê nasîn, ku namzedê yekane yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi 227 dengan li parlemana Êraqê wek serokkomarê Êraqê hat hilbijartin.

Nîzar Amêdî piştî sûndxwarina yasayî gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku ewê li ser rêbaza rewanşad serok Mam Celal Talebanî xizmeta hemû gelê Êraqê bike. Gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî li serkeftina Nizar Amêdî  wek serokomarê Êraqê kir.

Kurte jiyana Nizar Amêdî serokomarê Êraqê:

Nizar Amêdî, kesayetiyek siyasî, hikûmetî û dîplomatîk li Îraqê ye û ji çar dehsalan zêdetir xizmeta gel kiriye û di gelek warên rêveberiyê de xwedî ezmûn e, di nav de kar di postên bilind yên Îraqê de, şêwirmendê payebilind yê sê xûlên serokatiya Îraqê û wezîrê jîngehê.

Nizar Amêdî xwedî dîrokeke dirêj di rêveberiya dewletê de ye, di peymanan de roleke mezin lîstiye, ji bilî nûnerayetîkirina welêt, akademîk û teknîkî bi ezmûna siyasî û dîplomatîk, di peyman û lihevkirina di navbera hikûmeta navendî û herêmê de roleke girîng lîstiye.

-Di peywendiyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar kiriye, ji ber vê yekê ew aloziyên destûrî û siyasî yên vê peywendiyê fêm dike û beşdarî çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de bûye, ji bilî peywendiyên xurt bi aliyên Kurdistanî û hêzên sîyasî yên sereke yên Îraqê re, ev yek bi saya xizmeta ku di serdema Serok Mam Celal û, Dr. Fuad Mesûm û Dr. Berhem Salih pêşkêş kirine ye.

- Ew xwedî şiyanek mezin e ku ramanên cûda bîne cem hev û yekîtiya neteweyî biparêze.

Ezmûna Navneteweyî û Siyaseta Giştî Nizar Amêdî:

- Ew zêdetirî 20 salan di postên bilind yên hikûmet û siyasî de kar dike û xwedî gelek ezmûnên siyasî û rêveberiyê ye, di nav wan de: Şêwirmendê Serokkomar bi pileya Wezîr, Cîgirê Wezîr û Wezîrê Jîngehê.

- Di gelek konferansên nûnerayetiya Îraqê de kiriye, di nav wan de lûtkeyên Erebî (Misir, Cezayîr, Tunis, Erebistana Siûdî, Kuweyt).

- Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP21 – Parîs (2015).

- Serokayetiya şanda Îraqê bo COP28 – Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (2023).

- Beşdarbûna di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Jîngehê ya 2023an de li Nairobiyê.

- Beşdarbûna Konferansa Avê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê.

- Serdanên fermî yên asta bilind bo Cenevre, Washington, Tehran, Riyad, Muscat û St. Petersburg.

- Endamê herdemî yê şandeyên serokatiya komarê bû.

- Beşdarî hemahengiya siyaseta derve û dîplomasiya serokatiyê kiriye.

Jêhatîbûn û şiyanên sereke yên Nizar Amêdî:

- Serkirdayetî û rêveberiya welêt

- Biryara stratejîk

- Gihiştina peymanên lihevkirinê û birêvebirina hevpeymaniyê.

- Karkirin di warê destûrî û sazûmanî yê dewletê de

- Şêwirmendê Serokkomar û deshelata cî bi cîkar karê, Dîplomasî û Nûnertiya Navneteweyî

- Rêvebiriya qeyran û danûstandin

- Karkirin di warê jîngehê û geşepêdana domdar ya di vê qadê de

- Karkirin li ser peywndiyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de

- Ezmûna kirdeyî ya berfireh di serokatiya Komara Îraqê de

Ezmûna îdarî di hikûmetê de

- Dîplomasiya herêmî û navneteweyî

- Hemahengiya bi Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî re

Zimannasî û asta xwendinê

- Şarezaya tevahî ya zimanên Erebî û Kurdî

- Bekaloryosî Endezyariya Mekanîkî, Fakulteya Endezyariyê, Zanîngeha Mûsilê

Ezmûn di karên siyasî û rêxistinî de

- Endamê serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê

- Endamê Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê (2022 –Heya niha)

- Endamê Mekteba Siyasî - Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (2023 –Heya niha)

- Berpirsê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Bexdayê (2024 – Heya niha)

- Li nivîsgeha Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê de xebitî (1993-2003)an

Ezmûna wî ya pîşeyî

- Wezîrê Jîngehê – Komara Îraqê (2022-2024)

-Dariştin û cî bi cîkirina siyaseta jîngehê

- Mameya Îraqê digel guherîna avhewayê û pirsgirêkên din baştir kiriye

- Di konferansên navneteweyî de nûnertiya Îraqê kir û serokatiya şandeyên fermî bû.

- Dîplomasiya jîngehê wekî beşek ji ewlehiya neteweyî ya Îraqê pêş xist.

- Şêwirmendê Yekem yê Serokatiya Îraqê di navbera salên 2005-2022an de (bi pileya Wezîr û Cîgirê Wezîr)

Berpirsiyarî

- Şêwirmendê Serokkomar

- Xala peywendiya di navbera serokatiyê, deshelata destûrî û aliyên herêmî de.

- Piştgiriya avakirina hikûmetê kir û di rêvebirina qeyranan de roleke mezin lîst.

- Çavdêriya biryar û nûnerên serokatiyê (Peywendiyên Serokatiyê) kir.

Girîngtirîm destkeftiyên wî

- Misogerkirina aramiya sazûmanî di serokatiyê de ji bo sê xulên

- Birêvebiriya qeyranan

- Bi hêzkirina rola destûrî ya serokatiya Komarê Îraqê

 

Xelat\\PUKMEDIA