Nêrweyî: Divê Rûdanên Dîrokî Bi Belgeyên Zanisît Bên Piştrast Kirin

Letîf Nêrweyî ragihand, divê bûyer û rûdanên dîrokî bi belgeyên zanisît bên piştrast kirin.
Berpirsê Borda Ragihandinê ya YNK`ê seyda (Letîf Nêrweyî) semînereke taybet bi navûnîşana (Buyerên Dîrokî yên Kurdistan di navbera lêkolîn û zarpeyvînan de) roja 27/6/2024 li hola Xak ya bajarê Silêmaniyê pêşkêş kir.
Semîner bi amadebûna hêjmareke qerebalix ji kesayetiyên hizbî û olî û civaka sivîl, rewşenbîr , nivîskar, rojnamevan birêveçû.
Di semînerê de seyda (Letîf Nêrweyî) bi berfirehî bal kişand ser bûyerên dîrokî bi taybetî ya Kurdistanê û Êraqê û nirxandineke babetî li ser bûyerên dîrokî kir.
Letîf Nêrweyî ragihand ku, ew kesên ku behsa dîrokê dikin û dîrokê dinivîsin dive bi belge û bi awayekî babetiyane biaxivin ne ku di bin bandora xweşewîstî ji bo aliyewkê ku aliyên baş nîan bidin û aliyê dine xirap.
XELAT