Namzetên Kurd ên serketî bo parlemana Almanyayê

Namzetên Kurd ên serketî bo parlemana Almanyayê

Di hilbijartinên parlemana Almanyayê de ku 23/2/2025 birêveçû de, ji 14 namzetên Kurd di nav 1700 namzetên partiyên siyasî û li ser lîsteyên partiyên cuda (7) Kurdên parçeyên Kurdistanê dengên pêwîst wergirtin û bûn endamên parlemana Almanyayê, hêjayî gotinê ye ku ew kurd welatiyên Almanyayê ne lê bi regez kurdin û bi bê piştevaniya tu aliyekî siyasî a kurdî serkeftin bi destxistin.

Bi navê malpera Xelatê ji bajarê Silêmaniyê em bi germî pîrozbahiyê li wan parlamenteran dikin.

Ew parlamenterên Kurd ev in: 

Serdar Yûksel: Temen 51 salî, xelkê bakûrê Kurdistanê ye û li Almanya jidayîk bûye di sala 1989`an ve endamê partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê ye.

Qasim Tahir Salih: Temen 32 salî ye û xelkê bajarê Zaxo ya başûrê Kurdistanê ye ji 2003`an ve çûye Almanya şeş salin endamê partiya KESK a Almanyayê ye.

Gokay Akbulut: Temen 43 salî ye xelkê bakûrê Kurdistanê ye û endama Partiya Çep a Almanyayê ye.

Faruq Koçak: Temen 45 saliye li Berlînê jidayîk bûye û xelkê bakûrê Kurdistanê ye sala 2016`an bûye endamê partiya Çep a Almaniya.

Cem Înce: Temen 32 salî ye ji bakûrê Kurdistanê ye û ev 10 salin endamê partiya Çep a Almanyayê ye.

Mîrza Îdîs: Temen 53 salî ye û xelkê bakûrê Kurdistanê ye û endamê partiya Çep a Almanyayê ye.

Canso Ozdemîr: Temen 36 salî ye li Hamborgê jidayîk bûye di sala 2011`an de bûye endama partiya Çep û wê demê biçûktirîn endama wê partiyê bûye.

 

XELAT/ Kurdistanî Nwê