Letîf Nêrweyî: Yekîtî Piştevanê Xebata Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bûye

Letîf Nêrweyî: Yekîtî Piştevanê Xebata Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bûye

Îro roja şemiyê 22/11/2025 li malbenda yekê a YNKê li bajarê Silêmaniyê semînerek taybet li dor nirxandina hilbijartinên dawiyê yên parlemana Êraqê ji aliyê berpirsê borda ragihandinê Letîf Nêrweyî ve hate lidarxistin.

Di wê semînerê de behsa serkeftina YNKê di hilbijartinên parlemana Êraqê de hate kirin û Letîf Nêrweyî da zanîn ku YNK`ê dengên xwe li gorî salên borî gelekî zêde kirine û li Bexdadê û Neynewa û Kerkûkê û hemû bajarê Herêma Kurdistanê dengên baş bi destxistine.

Her weha Letîf Nêrweyî bal kişand ser helwesta netewî û Kurdistanî ya YNK`ê û got: Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê berdewam piştevaniya xebata gelê Kurd li Rojava û Bakûrê Kurdistanê Kiriye û pêwendiyên stratejîk bi herdu hêzên sereke li herdu parçeyên Kurdistanê re hene.

Xelat