Mam Celal, di navbera Selahedîn Eyûbî û Cemal Ebdulnasir de

Mam Celal, di navbera Selahedîn Eyûbî û Cemal Ebdulnasir de

Nivîskar: Ferhad Şakelî

Mam Celal, Xwedê lê bibore, ev yek ji min re got, tê bîra min em di nîvê salên 1970`an de li Şamê [Dîmeşqê] bûn. Lê roj û meh nayê bîra min, nayê bîra min jî ku em herdu bûn an kesek din jî hebûn:

Di sala 1963`an de di dema danûstandinên şanda Şoreşa Kurdistanê û hikûmeta yekem a Baasê de, em çûne Qahîreyê ji bo serdana serokomarê wê demê yê Misrê (Cemal Ebdul Nasir) bikin, da ku hinek zextan li ser desthilatdarên Bexdayê çê bikin.

Rojekê (Cemal Ebdul Nasir) em ji bo firavînê vexwend mala xwe, yek ji wan xwarinan qerexarman [Firîk] bû, ku li Kurdistanê navên wê yên din jî hene

Mam Celal got: Ustad Celal, ev xwarineke Misrî ya taybet e û em jê re dibêjin [Frîk] û pir xweş e.

Mam Celal got min jî Ebdulnasir re got: “Seyîd El-Raîs, ev xwarinek li Kurdistanê naskirî ye. Navê wê jî kurdî ye, frîk an jî ferik bi fêkî yan jî genim e ku hê pênegihîştiye. Ev jî ji genimekê çê dibe ku hîna zer nebûye.

Mam Celal ji min re got: Nasir matmayî ma, hinekî sekinî û ji min re got; eger kurdî be, çawa derbasî Misrê bûye? Min got: “Ev jî wek gelek tiştên din bi (Selahedîn Eyubî) re gihêştiye vê deverê. Mam Celal got: Nasir lê nêrî û got: “Bi Xwedê, tu rast dibêjî. Ji ber ku di zimanê me de wateya peyva firîk tune ye.

Jêder: Saziya Serok Celal Talebanî

XELAT