Saziya Serok Celal Talebanî sersaxiya malbata Salih Muslim dike
Nameya sersaxiyê ya Saziya Serok Celal Talebanî ji bo koça dawî ya Salih Muslim
Malbat û hevalên malbata Salih Muslim...
Em gelekî xemgîn û xembar in ku me nûçeya koça dawî ya çalakvan û siyasetmedarê navdar ê gelê me û hevserokê berê yê hevserokatiya PYDê Haval Salih Muslim bihîst.
Heval Salih Muslim xebateke mezin li Rojavayê Kurdidtanê ji bo pêşxistina doza neteweya me kar kir, pêşengekî mezin bû û di pêşxistina têkoşîna Kurd a nûjen de di nav refên PYD'ê de roleke girîng lîst.
Di nava 40 salên derbasbûyî de Heval Salih Muslim di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de û di mijarên netewî û niştîmanî de roleke girîng lîstiye û peywendiyên wî yên xurt û girêdayî bi rêber û serkirdeyên kurdên her çar aliyên re hebû û wî herwiha roleke mezin di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de lîstiye.
Em bi boneya va xema mezin, ji hemû gelê xwe û malbat û hevalên nemir heval Salih Muslim bi taybetî ji gelê Rojava re sersaxiyê dixwazin.
Ji bo jiyanê cihekî pir baş û aram bide bi hemû aliyan û miriyan jî bixe astên herî bilind di beheştê de.
Balyoz Dr. Mihemed Sabir
Serokê Saziya Serok Celal Talabanî
XELAT
