Ji Miksê, Meselokeke Zarûkan

Ji Miksê, Meselokeke Zarûkan

Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar

 

Îro min li rûpela xwe dît ku biraderê me Seyda Goyan meselokekê bi jineke navsere ya ji Miksê daye gotin.

Min jî ew nivîsî û va ye li virê diweşînim.

Lê pirî ku jinikê zû digot, dibe ku min hin peyv şaş jê bihîztibe û nivîsîbe.

Jinikê digot:

. Me bi serê tiliya xwe ya beranî û ya eşedî bi çermikê pişta destê zarûkan digirt û weha digot:

Çiv, çiv, çiv, çirvano

Agir girte sîwano

Biçne mala dîwanê

Zikê biçûka wan têşê

Koka danê xwe dibê

Me îca danê xwe divê

Van kuran kepa tirê

Van keçan dexma tirê

Şamilan şapke gêlan

Çix çixik pirr nevêlan.

Ez bawer dikim di van malikan de şaşiya hin peyvan çêbûye.

Bi kerema xwe kesê ku rastiya wan zanibe, peyvên şaş ku hatine nivîsandin rast bikin da rastiya gotinokê bi rastî têkeve mêjû. Xasma jî biraderên me yên ji Miksê bin, dibe ku ew rstiya wê rind zanibin.

Silav û serkeftin…

08/ 06/ 2025

XELAT