Jivanê Kewê – Nûkirina Gotara Olî

Jivanê Kewê – Nûkirina Gotara Olî

Xeleka vê carê ya bernama "Jivanê Kewê" ku li ser kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê ji studyoya Duhokê tê weşandinê li ser (Nûkirina Gotara Ayînî -Olî) bûye, mêvanê bernamê kesekî pispor bû di wî warê hizra îslamî de ew jî mamosta û nivîskar rêzdar (Idrîs Xazî) bû.

Di bernamê de li ser wê yekê hate gotûbêj kirin ku çawa bikarîn xîtabekî yan (gotarekî) nerm û hemdemî û hevçerx çêkin ku naveroka gengeşeya Jivanê Kewê ya vê care bû.

Rêzdar (Idrîs Xazî) di gotina xwe de behsa wê yekê kir ku hindek tişt hene wek babet wek deq nayên guhertin lê hindik tişt hene dikarin bên guherîn bo nimûne berî sed salan misliman bi hespan û dewaran diçûn hecê lê niha bi balafirê diçin.

Ji bo dîtina bernameyê vê lînkê bitikîne

 

Sekoya Kurmancî