Semînerek liser 241 saliya damezrandina Silêmaniyê birêveçû

Semînerek liser 241 saliya damezrandina Silêmaniyê birêveçû

Îro roja şemiyê 15/11/2025 li salona Kurdistanî Nwê li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hêjmarek ji rewşenbîr û nivîskar û rojnamevan û dîrokzan semînerek li ser damezrandina Silêmaniyê birêveçû.

Di semînerê de hate diyarkirin ku , bajarê Silêmaniyê di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Babanî ve hatiye damezrandin û navê bavê xwe Silêman Paşa lê kiriye.

Bajarê Silêmaniyê bi çend rêzeçiyayên wekî (Ezmer, Goyje, Qeywan, Çiyayê Beranan, Deşta Şarezûr û Çiyayê Tasluce) hatiye dorpêçkirin.

Li vî bajarî mela, zanyar, helbestvan û nivîskarên mezin hebûn û ji aliyê sê kuçên Babaniyan ve weku (Nalî, Salim û Kurdî) dibistana helbesta Babaniyan hatiye avakirin û şêwaza wêjeya Kurdî bi pêşketiye.

Ji bilî wê jî ji aliyê kurdewarî de jî Silêmaniyê bîngeha şoreşê bûye ji bo azadî û demokrasî û kesayetiyên mezin wekî Şêx Mehmûd û Îbrahîm Ehmed û rewanşad Seroik Mam Celal derketine her weha serkirdeyên jin yên wekî Hebsexan û Edîla xan û Hêro xanê jî derketine pêş.

Silêmaniyê heya roja îro jî bi hestên xwe yên netewî û kurdwarî berdewame ji bo her çar aliyên Kurdistanê .

XELAT/ Foto: Heme Omer