37emîn Salvegera Komkujiya Enfalê

37 sal berê Başûrê Kurdistanê rastî komkujiya herî hovane yê Enfalê hat, ku armanca wê qirkirina gelê Kurd bû li ser welatê bav û kalan xwe.
Tawanên Enfalê ku li hember gelê kurd ê bêparastin li gundên Kurdistanê hatin kirin, di dil û mejiyê her kesî de êşeke bêdawî ye û birîneke bê dermane.
Gelê Kurdistanê ji bîr nake ku di nava çend mehan de 182 hezar Kurd ji ciwan, pîr, jin û zarok bi awayekî hovane bi saxî hatin binaxkirin.
Hemû sal di roja 14ê Nîsanê de li Herêma Kurdistanê roja destpêkirina Enfalê li dijî gelê Kurd tê bibîranîn ku ji aliyê rêjîma Baas a Êraqê ve di sala 1988`an bi heşt qonaxan hate destpêkirin.
XELAT