Jivanê Kewê – Helbesta Nû

Jivanê Kewê – Helbesta Nû

Helbestvanê Kurd Sakar Kamil dibêje ku; têgeha helbesta nû, rêbazeke ji welatên rojavayî destpê kiriye û her livînek û bizaveke nûjeniyê di helbesta Rojavayî de bandora xwe li ser helbestên welatên rojhilatê jî kirîne ji wan jî helbesta Kurdî.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin, li ser babetê (Helbesta Nû) ye bi mêvandariya nivîskar û helbestvanê kurd (Sakar Kamil).

Sakar Kamil got; Helbesta nûxwazî bi dîtina min ne pêdiviye bi pênasekirinê ye, çûnkî yê berdewam di guherînê de ye. Her weha nûxwazî di helbestê de şikandina qeyd û zincîrên rêbaza wêjeyî ya berya xwe ye.

Diyar jî kir ku, dîroka helbesta nû li Ewropa serî hilda bi taybetî di rêbazên wêjeyî û hemû rêbaz bi xwe ve girtin û bandora xwe li siyasetê û civakê jî kir.

Sakar Kamil tekez jî kir û got; Nûxwazî di helbestê de şoreşek bû wê yekê jî bandor li helbesta Kurdî de jî kir û helbestvanên Kurd karîn nûbûnê di helbesta xwe de bikin.

 

Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

 XELAT