Mam Celal Şêrîniyên `Tofîqê Helwaçî` dişande Koşka Spî

Mam Celal Şêrîniyên `Tofîqê Helwaçî` dişande Koşka Spî

Gelê Kurd tenê axaftin û gotinên wan şêrîn nebûne belkû destên wan jî bi dirêjahiya dîrokê her şêrîn bûne eve jî ne tenê di  pêwendiyên dîplomasî û siyasî de rengvedana wê hebûye. Belkû di têkiliyên civakî de jî di nava mala kurdî de jî û hem ji bo cîran û derdora xwe ew nerît hebûye.

Di serdema xwe de zêdetir gûz û hingvînê çiyayan yên bi nirx kurdan diyarî hev dikirin her weha bastiq û sicuqên kurdî ku bi destên xwe çê dikirin diyarî hev dikirin.

Berya çend salan jî Mam Celal şêrîniyên brandekê bajarê jiyanê (Silêmaniyê) digel xwe biriye koşka serokomariyê û liser mîvan û dost û hevalên xwe belav kiriye.

Rojnameya Waşinton Post jî babetek li ser diyariyên serokên cîhanê ji bo koşka Spî belav kiriye ku dîroka wê vedigere 25ê nîsanê.

Mam Celal du diyariyan ji cîgirê wezîrê derve yê wê demê yê Amerîkayê Cîmî Stîmbir û wezîrê Berevaniyê yê wê demê yê Amerîkayê Robert Dîk rê dişîne ew diyarî jî kartonekî şêrîniya Kurdî bûye ku bi dest hatine çêkirin ji aliyê branda (Tofîq Helwaçî) ve hatiye amadekirin û wêneyê Kelha Hewlêrê li ser qabê kartona şêrîniyê hebûye.

Ev sermayaguzariya siyasî ya serok Mam Celal ya bexşîna şêrîniyê li ser dost û mîvanên dîplomatkaran tenê nîşana niyazpakiyê û dupatkirina mîvan perweriya kurdewarî û Êraqiyan nîne belkû di heman demê de nîşandana weberhênaneke mezin a Kurdistanê ye di bin navnîşana Êraqê de ye û hebûna wêneyê Kelha Hewlêrê li ser qapê paketa şêrîniyê bangeşeyeke siyasî û dîplomasî ye ji bo nasandina Hewlêrê wek paytexta Herêma Kurdistanê û tomarkirina wê yekê di nava belgeyên dîroka Amerîkayê de ye.

Her weha bangeşeyeke bazirganiyêye jî ji bo brandekî giring a xwecihî û nîşandana destrengînî û qalîteya berhema navxweyî a Kurdî ye bi cîhanê, eve taybetmendiyekî dûrbîniya serok Mam Celal Talebanî bû ji bo nasandina berhem û brandên navxweyî ên Kurdistanê di warê dîplomasî de û gîhandina şêrîniya Silêmaniyê bi mezintirîn Koşka siyasiyên dunyayê.

Xelat/Dawûd Çîçek