HORÎ- Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojava

Rojnamevan û Şîrovekarê Siyasî yê Rojavayê Kurdistanê (Dawûd Çîçek) bû mêvanê Bernama HORÎ ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Dawûd Çîçek di vê hevpeyvînê de behsa giringiya lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê kir û her weha bal kişand ser piştevaniya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê  ji bo yekrêzî û yekhelwestiya kurdî û hewlên Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî ji bo yekîtiya Kurd û parastina mafên kurdan di Sûriya nû de.

Dawûd Çîçek di axaftina xwe de bal kişand ser rola rewanşad serok Mam Celal Talebanî jî di salên 1957`an ya di avakirina yekemîn partiya Kurdî li wî parçeyî û yekxistina hêz û şiyanên siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ji bo xebata netewî li Rojavayê Kurdistanê.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

XELAT