Letîf Nêrweyî: Serok Bafil di Konferansa Mîyunşin de nûnerê Rojava jî bû

Berpirsê Borda Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê YNK`ê (Letîf Nêrweyî) ragihand; Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî di Konferansa Mîyunşin de nûnerê Rojavayê Kurdistanê jî bû.
Di konferanseke rojnamevanî de (Letîf Nêrweyî) behsa beşdarîkirina Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî di konferansa Mîyunşinê kir û got: “Serok Bafil Celal Talebanî di Konferansa Mîyunşinê de tenê nûnerê Kurd nebûye, belku kariye wek nûnerê Rojavayê Kurdistanê jî beşdar bibe û di hevdîtinên xwe digel rayadarên welatan de behsa çareseriya doza kurd li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye."
Letîf Nêrweyî got: Serok Bafil rolek xwe ya giring hebûye li aştî û aramiya siyasî ya navxweya Êraqê û bi taybetî hewldanên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê û anîna aştî û seqamgîriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê û peyamên xwe ji bo parastina mafên pêkhateyan li Sûriyê.
Tekez li wê yekê jî kir ku; beşdarîkirina Serok Bafil di wê konferansê de tenê nûnertiya başûrê Kurdistanê nekiriye, belku kariya ew boşayiya ne beşdarîkirina nûnertiya Rojavayê Kurdistanê jî tejî bike.
Letîf Nêrweyî da zanîn û got: Serok Bafil di hemû hevdîtinên xwe digel berpirsên bilind ên cîhanê de behsa bihêzkirina pêwendiyên Herêmê û wan welatan kiriye û hevdem daxwaza çareseriye mafên pêkhateyên li Sûriyê û bi taybetî mafê gelê Kurd kiriye.
XELAT