Bazê Duserî û koka wî ya Mêzobotamî

Bazê Duserî û koka wî ya Mêzobotamî

Bazê Duserî û koka wî ya Mêzobotamî

Ew bi Hîtiyan ve girêdayî ye

Nivîskar û Lêkoler: Biradostê Mîtanî

Ji Mêzobotamiya ,ji cem Mîdiyan û Aşûriyan  û berya wan Hîtî . Ev sembol çû Misrê ,niha li cem dergihê peykerê Ebû Hol jî heye.

Duserî ne ,lê nîşana yekbûna Rojhilat û Rojava ye. Yanî Roj xwedî pakêzî û hêz e.

Basik yanî parastin. Neynûkên tûj yanî amadebaşiya berevaniya di ber nirx û ramanên paqij de. Seriyê spî yanî xas û pakêziya rêvebiran di ber dadwerî û pendyariyê de. Baz berpirsekî mêrxas û bi hêz e. Dikare karsatan bibîne beriya ew ji çi alî ve  werin.

Di çandenan de wateya wî cida ye,dibe mîna pêxemberekî ji cem Xwedê tê. Biya Xwedê dike û dadweriyê pêk tîne. Pisporin dibêjin wateya wî nefsa mezin û serxweveçûn e.

Ev sembola  baz ji hezarên salan ve , li gelek deverên Cîhanê ye . Li devera çemên ava mezin û Feratê hatiye dîtin. Li bajarê Lagaşê yê Somerî jî hatiya dîtin.Amanc dike ku ew bi nirx û pîroz bû.

Li cem Hîtiyên pêşiyên Kurdan 2000 b.z.Sembola Xwedawendê bahoz û baranê Tîşop ê Xorî û Mîtaniyan bavkên Kurdan bû.

Ev sembol giha Hindiyan,Ewrûpa,Rosya,Yonan,Roman,Faris Selcûkî(Kîqbadê yekem)Memlûkiyan ,Ereb û cihwan û gelên din.

Carê xwedî seriyek tenê bû bi navê Vînîkis li cem Yonaniyan ,Fînîq li cem Ereban ,Sîmirx li cem Farisan û teyra Sîmir li cem Kurdan . Ew ji roniya rojê ye û xwe nû dike û namire . Lewra navê wî firendeyê Cawîdaniyê ye(Yanî namire) . Padîşahan kire du serî , sembola hêza xwe û artêşên xwe . Berê wî bi rojê de ye ,ji dema ku dihile ta diçe ava   ,yanî cîhan tev girtiye û desteser kiriye.

Îro li Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) hêzên me yên Ewlehiya Navxweyî  ASAYÎŞ ,yên Rêvebiriya Xweser ,ev sembol bo xwe kiriye al ,ji bo parastina nirxên civakê û  rola gelan a dîrokî û ya niha di parastina vê xakê de û di avakirina şehristaniyê de diyar bike ,nexasim rola gelê Kurd ê ku parçeyek sereke ye ji vê şehristaniyê.

XELAT