Cejina zimanê kurdî 25ê adarê ye

Cejina zimanê kurdî 25ê adarê ye

Nivîskar û Rojnamevan û Wergêr: Têmûrê Xelîl

Celadet Ali Bedirxan: "Rêya Teze ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e" ("Hawar", hejmar 8, sal 1932)

Ez berî çend salan çûbûm Pêşengeha pirtûkan a Amedê. Di civîneke wê da min jî axaftinek kir. Bi sedan amadekarên civînê li ser hevokeke min ”Ez ji Tirkîyê hatime Amedê” pir kenîyan. Di vê rewşê da bi sedan kes wisa bawer bûn, ku ew rast in, ez şaş im. Lê rastî dibêje, ku bi sedan kes dikarin şaş bin û kesek tenê dikare rast be.

Min bo çi ev nimûne anî? Bi mîlyonan kes wisa zanin, ku Cejina zimanê kurdî 15ê gulanê ye, jiber ku kovara ”Hawar”ê sala 1932an cara pêşin dest bi weşana kurdîya bi tîpên latînî kirîye. Li vira şaşîyek heye, ku bi mîlyonan kurd berdewam wê şaşîyê dikin. Weşana pêşin a bi kurdîya tîpên latînî ne ji 15ê gulanê sala 1932an ji ”Hawar”ê destpê bûye, lê 25ê adarê sala 1930î ji rojnameya ”Rya teze” destpê bûye. Ango, Cejina zimanê kurdî gerekê ne 15ê gulanê be, lê gerekê 25ê adarê be.

Kî cara pêşin ev rastî qebûl kirîye? Belkî li we ecêb bê, lê ew Celadet Ali Bedirxanê nemir bûye. Em mêze bikin ka gorbuhuşt Celadet Ali Bedirxan di hejmara kovara ”Hawar”ê ya 8an, sala 1932an bi naznavê Herekol Azizan ser vê meselê çi dibêje:

"Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e.

Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".

Gotara min li we ecêb hat? Hilbet wê li we ecêb bê! Guhê ku bi dehan salan tiştek bihîstîye û niha tiştek din dibihîse, bêguman wê qebûl neke! Lê her şaşî rast dibin.

 

XELAT