Helbesteke Firat Cewerî ya berî 45 salan taze bûye stran

Helbesteke Firat Cewerî ya berî 45 salan taze bûye stran

Helbesteke nivîskarê kurd ê mezin (Firat Cewerî) ku berî 45 salan di xortaniya xwe de di pirtûka xwe a navê (Êrîş Dikin) de nivîsandiye, îsal hunermend (Diljen Ronî) ew helbest kiriye stran û li ser tora xwe ya civakî Youtubê weşandiye. Vê yekê dilê Firat Cewerî gelekî xweş kiriye û li ser tora xwe ya civakî Facebookê helbesta xwe bi deng xwe dîsa dixwîne û li ser stranê jî weha nivîsiye:

"Hunermendê hêja Diljen Ronî helbesteke min ku berî bi 45 salan di kitêba min ya bi navê ÊRÎŞ DIKIN de hatibû weşandin, bi deng û awaza xwe ya xweş zindî dike û digihîne roja me."

 DILÊ BI EVÎN

Ez çi zanim,

Çi fêhm dikim ji evînê ?

Gedê do me,

Li min wa neke, lê dînê !

Min nexapîne,

Li min neke dolaban,

Dilê bi evîn

Navêje nava lingan !

Erê keçê !

Ma çi dibe, vê neke Dilê zaro

Tu kêr û xencer neke.

Ma wa dibe,

Qey ev bû peymana dil ? Bawî kirim,

Min ve nayên çok û mil.

Te ez kuştim,

Ez avêtim nav quncikan Bi gir kirim

Li hember qîz û keçan

Bes e keçê !

Ez gune me, wa neke ! Bi ciwanî

Tu min pîr û kal neke !

Helbest: Firat Cewerî

Muzîk: Diljen Ronî

Xelat