Xwedê ezman sêwirand
Helbest: Karîna Osêyan
Xwedê ezman sêwirand –
Bi Tav û Hîv xemiland.
Xwedê cîhan sêwirand –
Bi gul û sosina xemiland.
Zava û bûk nîşankirin,
Bi gul û gupik xemilandin.
Û vana jî mal vakirin,
B'kenê zarokan xemilandin.
Helbestvan jî ramanên xwe –
Bi weneyan nitirandin,
Û ew hemû bi destê xwe
Dîyarî we – hemûyan kirin!
Karîna Osêyan: Bi vê helbestê ez eyda we pîroz dikim.
Xelat
