ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE

ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN DE

ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE ... xelek (7)

Nivîskar û Zimanzan: Deham Ebdulfettah

 

«Lêker» bi wateya «Verb» Navlêkirineke ne duriste !

Ji dema mîr Celadet Bedirxan ve ta vê rojê jî , zimanê Kurdî (Kurmancî) cihê balkêşiya rewşenbîr û zimanzanan e . Di vê qûnaxê de gelek gotinên winda hatine dîtin , gelek ên tozgirtî hatine daweşandin û vejandin… . û bi qasî wan jî , gotinên nûjen hatine dariştin û sazkirin . Hîn jî ew kar û xebat derbarî jîndarkirina vî zimanî berdewam e .

Lê- mixabin- ta nuha jî me nikarîbû em dezgeheke berfireh li ser asta şêwezarê Kurmancî ava bikin . Ji ber vê egerê jî hemû berhemên me yên rêzimanî , ferhengî û têrmolojî di warê keda kesatiyeke yekta de dimînin . Ev jî dihêle ku em beranberî hin bêje û raweyên sazkirî , bikevin gumana duristî û neduristiyê.

Di vê pêvajoyê de em tûşî pirsekê tên .

- Eger gotineke nûjen bergûmana neduristiyê be , gelo helwesta me derbarî wê dê çi be ?! Gelo , me maf heye ku em zêdegaviyan bikin û pêşniyazên xwe derbarî wê gotinê berçav bikin , yan na … .?!

 Mijara zimên mijareke netewî ye . Çi pêşniyaza ku sûdekê bide zimên , gerek paşguh nebe !

Gotina berguman a ku em ê vê carê wê vexepirînin gotina "lêker"e ku bi wateya "verb"tê xebitandin  .

Li gora têgihîştina min , zimanzanê ku cara pêşîn navlêkirina "lêker"bi wateya (verb- الفعل( bikar aniye mîr Celadet Bedirxan e . Mîr ev gotin di govara "HAWAR"ê de (1932- 1943) xebitandiye . Gelek rewşenbîrên ku rêzimana Kurdî nivîsîye jî , li ser şopa Celadet ew navlêkirin bikar aniye , wek "Kamîran Bedirxan , S .Şivan ,F .Huseyn Sagniç , S .Tan û hinin dîtir jî . Hinek navlêkirinin dîtir jî , ji hêla zimannivîsên me ve hatine xebitandin , wek :

-   Cigerxwîn : Kirin

-   S .B .Amêdî : Kar , kirin

-   R . Kurd : Pîşk

-   Q .Kurdo : Fêl (فعل) [1]

- Di şêwezarê Soranî de jî "kar , kirdar , ferman"bikar hatine  . Lê nuha , bi şêweyekî fermî "kar"li tevaya Kurdistana başûr tê xebitandin û "lêker"jî bi ş .weyekî giştî li bakur û rojavayî Kurdistanê tê xebitandin  .

Bi dîtina min , gotina "lêker"bi wateya (verb , الفعل( navlêkirineke ne cîgirtî ye û bi vê raweya xwe wê wateya destnîşankirî nade  .

Li gora rêpîvana dariştinên zimên gotina "lêker"bi raweya "navê kara"(اسم الفاعل) hatiye dariştin , wekî

Ku em bibêjin :

-   Ji (kirinê) : kesê ku dike

-   Ji (kuştinê) : kesê ku dikuje

-   Ji (nivîsînê) : kesê ku dinivîse

……

Ne ku (kar) bixwe ye , lê yê ku kar dike  .

Vêca , ka çima "lêker"navê kara ye û ne kar (kirin) e ?!

Dariştina navê kara di zimanê Kurdî de , ji hinek karên derhingêv , bi vê rêbazê saz dibe :

( Binyata dema nuha + paşgira "er"= navê kara )

Binyata nuha jî , bi van pêngavan tê dîtin :

1- Kar di dema nuha de : (Ez dinivîsim) .

2- Avêtina nîşeya dema nuha "di"û paşkokên kesîn (im , î , e , in) : Ez dinivîsim = (Ez … .nivîs…) .

Dêmek binyata dema nuha ji karê "nivîsîn"(nivîs) e . Bivê pîvanê jî , binyata dema nuha ji her sê corên karan (xwerû , dariştî û lêkdayî) tê wergirtin  .

     Nimûne :

1- Karên xwerû (sade) :

- Kuştin : Tu dikujî = … . Kuj … .(kuj)

 - Firoştin : Ez difiroşim = …. Firoş…(firoş)

2- Karên dariştî :

 - Raxistin : Ew radixe = ra … x… . (rax)

 - Kişandin : Ez dikişînim = …kişîn…(kişîn)

3- Karên lêkdayî :

 - Avdan : Hûn avdidin = av . .d… (avd)

 - Jêkirin : Em jêdikin = jê…k… (jêk)

Binyata dema nuha ji hemû cor û celebên karan tê standin . Lê navê kara ji binyata hindek karên derhingêv (ne hemûyan) , bi forma "binyat + er"tê sazkirin  .

Nimûne :

1- Karên xwerû :

 Kar   Binyat         Navê kara

- Kuştin      kuj              kujer (ê ku dikuje)

- Firoştin     firoş            firoşer (ê ku difiroşe)

- Nivîsîn      nivîs            nivîser (ê ku dinivîse)

- Dîtin (bînan)  bîn                   bîner (ê ku dibîne)

- ……… .

 2- Karên dariştî :

- Raxistin           rax       raxer (ê ku radixe)

- Hilkirin            hilk      hilker (ê ku hildike)

- Vekolan           vekol    vekoler (ê ku vedikole)

- Afirandin         afirîn    afirîner (ê ku di afirîne)

- ……

3- Karên lêkdayî :

- Rastkirin          rastk   rastker (ê ku rast dike)

- Fêrkirin            fêrk     fêrker (ê ku fêr dike)

Karên lêkdayî , yên ku ji pêrbest , cînav û karekî xwerûpêk hatine , wek :

          - Ji + wî/wê + kirin = jêkirin

          - Di+ wî/wê+kirin = têkirin (dêkirin)

          - Bi + wî/wê+kirin = pêkirin (bêkirin)

          - Li + wî/wê +kirin = lêkirin

Ev karên lêkdayî jî "jêkirin , têkirin , pêkirin û lêkirin"bi wî hawî navê kara ji binyata wan û paşgira "er"saz dibe :

 

-  Jêkirin : jêk + er = jêker (ê ku jêdike )

-  Têkirin : têk + er = têker (ê ku têde dike)

-  Pêkirin : pêk + er = pêker (ê ku pê dike)

-   Lêkirin : lêk +er = lêker (ê ku lê dike)

Berçav e . ku raweyên "jêker , têker , pêker û lêker) bi wateya kirdeyên bûyeran hatine , anku kesên ew bûyer kirine , ne ku (kirin) bixwe ne . Li vê gorê ku em bibêjin :

1-    Zînê gul jêkirin  .

Zînê : jêker e (wê gul jêkirin)

             - Gul : jêkirî ne (gul hatine jêkirin )

          2- Temo dîwar lêkir

            - Temo : lêker e (wî dîwar lêkir)

            - Dîwar : lêkirî ye (dîwar hatiye lêkirin)

Bo vê encamê em tekez dikin , ku gotina "lêker", weku navlêkirin (term) , ne durist e ku beranberî "verb"û bi wateya "kirin , kar - فعل"bikar bê  .

***************

[1]- Min jî, di pirtûkên xwe yên pêşîn de "lêker" bikar aniye, lê ji pirtûkên "Nav, Cînav" û vir de min navlêkirina "kar" li şûna "lêker" bikar aniye .

Xelat