Danîna Hîmê Ȇzdîxana Rûsiyayê
Nivîskar û lêkolînvan: Eskerê Boyîk
Ji pey salan ra careke din lingê min wî bajarê dîrokî ket. Bajarê Tilbîsê da dor pirsgirêkên netewisaziya kurdan Konfêransa Kurdên Kavkasiyayê bû. Gelek mêvan hazir bûn. Dost, nas û heval bûn. Salona Konfêransê da cî tune bû. Ez ji mêvan bûm.
Du sedsala zêdetir e, gelê min jiyana xwe bi xêra gelê Rûs vê herêma Kavkaziyayê, pirî-hindikî di nava araniyê, maf- hiqûqa wekeheviya gelan da derbas dike.
Min dixwest konfêransê da dirêj biaxivim, min dixwest di wê pirsigirê da dor pêwendiyên Rûsa û Kurdan yên dîrokî xeber bidim, lê dema axaftinê kêm bû… Vê dewra lez da, kes guh nade axaftinên dirêj. Nivîsarên dirêj naxûnin… Nenihêrî dîrok dirêj e. Dîrokê ne kurtkirinê, ne jî dirêjkirinê hiz nake, çiqas jî bixwezî hinek bûyaran bîr neynî, bêyî bûyarekê ya din nayê têgihîștin. Yek encama ya din e.
Ezê vê nivîsa xwe da, bi kurtî dor danîna hîmê Ȇzdîxana Rûsiyayê binivîsim.
Di despêka sedsala 19 an Gurcistan bi rezadilî tevî împêratoriya Rûsiyayê bû.
Bajarê Tilbîsê bû paytextê dudiyan yê wê Ȋmpêratoriyê li Kavkaziyayê… Bașûr va hidûdên Rûsiyayê hetanî zincîra çiyayê Kavkaziyayê fire bûn. Bi peymana așîtiyê ya Tûrkmênçayê xanedana Ȇrêvanê, qezayên Qersê û Axilzixayê ketine bin bandora Rûsan.
Nêzîkbûna hidûdên wê dewleta xirîstiyan Ȇzdiyê Serhede ra bû keremeke mezin ji bo xweparastinê, ji neheqi û zulma dewletên musulmaniyê rizgarbûnê.
Raste dewleta Rûsiyayê jî siyaseta dagerkiryê-kolonalîstiyê dimeșand lê ji werê kûltûrî, hiqûqî, aborî, wusan ji parastina hinek mafên gelên bindest da pêș bû. Qirar û qanûnên wê jî yê deshilatdariyên Osmaniyê û Ȋranê dêmokraktîk – hûmanîstir bûn, olperestiya kore xezeb, ji bo cudatiya bawariyê, komkujiya gelên ne ji ola wan tune bûn.
Êzdî jî ji bo parastin û rizgarbûna xwe tim xwe li gel û dewletên xaçparêz girtine, mêla wan kirine.
Di nav civakên xaçparêz de êzdî dikarin bi aramî bijîn, tevî jiyana wan a aborî, bazirganî, siyasî û çandî bibin. Xaçparêz destkuj, nan, xwarina evdên ji oleke din heram nakin, kuştin û talankirina wan ji xwe re helal nakin, cudaxaziyê nakin hîmê hiqûqa deshilatdariya xwe.
Ronakbirê Ermeniyayî mezin X. Abovyan wê demê bi șêkirdarî nivîsî: „Duaya min wê demê be, gava lingê Rûsa yî bi rehm li axa Ermeniya ya pîroz ket, ew ji xezeba Osmaniyê û Ȋranê pizgar kirin“.
Ez jî dibêjim, „Duaya gelê min wê dema pîroz be, wextê hidûdên Rûsiyayê nêzîkî Ȇzdiyan bûn, eger Rûs nîbûna niha ev Ȇzdîxana Rûsyayê tune bû“.
Dewleta Osmanyê û Ȋranê da qetla herî xezeb a bi destê zorê îslamkirina xelqê ne misilman bû. Halê herî xerab û xezeb yê êzdiyan bû. Êzdî him ji aliyê dewlet û gelên olpereste fanatîk, ên dora xwe, him jî aliyê serokeşîrên kurda va dihatin perçiqandin, qirkirin, zêrandin. Bi dewranan Kurdistan ji bo Ȇzdiyan bûbû meydana fermanên komkujiyên xwînrêj. Rakirina her fermanek e îslamkirinê dibû sebebê qira bi sedan hezaran mirovên bêsûc û guneh, wêrankirina cî û warên wan. Xelkê Ȇzdî kî alî da direviyan ji wê zulmê xilaz nedibûn… dora wan gișk musulmanî bû, dewlet kujer bûn, heq-hiqûq tune bûn, cîk ji ciyê din zulmtir û xezebtir bû. Reva berbi Șêxan û Șengalê jî li nava zulmê ra derbas dibû, bi kuștin û xûn bû. Wan warên Ȇzdiyan da jî tim kuștin û wêranî bû.
Ȇzdî, ku welatê kal-bavê xwe Kurdistanê da piranî bûn bere- bere berbi kokbiryê dibirin…
Ne mecalê dûr revê, ne jî ji wê zulmê xwe parastinê hebû. Ne jî k’esî piștigirya wan dikir.
Nêzîkbûna hidûdên dewleta Ras bi rastî jî Ȇzdiyan ra bû kerema Xwedê.
Wê demê jî jiyana Ȇzdiyan da wextekî pir bi xûn, bi komkujiyan dagirtî bû. Heta wê demê Serhed ji çiyayê Hekatyê girtî heta çiyayê Agiryê, Qersê, Mûșê bawarkî Ȇzdîxane bû. Ew çiya û zozanên bereket li bin hukumê Mala Kok axa da, destê êl û êșîrên Ȇzdiyan da bûn… Bi șerê Zerîf Xatûnê, (șerê navbera Mala Kok Axa û êla Heyderan) hevkariya êl-eșîrên musulman ên k‘oçer, hêzen dewleta Osmaniyê qewatên Ȇzdiyan dișkên. Wî șerrî da bi seda hezara Ȇzdî têne qirê, hinek mecbûr bawarya xwe diguherin musulman dibin, hinek ji direvin ku ne eyan e… Dîrok ne hatye nivîsar. Deshilatdariya êla Kok axa ji hev bela dibe… Komeke biçûk berê xwe didine herema Rûsan. Çend sala wan deveran bi koçerî digerin, nêzkaya salên 1815-25 an ji xwera pala çiyayê Elegezê çend gundên vala ava dikin. Ewin : Mîrek, Qundexsaz, Quribxaz, Çobangermez, Cercerîs, Camișlû navça Axbaranê, navça Telînê jî gundê Baysizê. Bi avakirina wan gundan 200 sal berê hîmê „Ȇzdîxana Rûsiyayê“ tê danîn.
Sala 1828 an, șerê Rûs-Tirkan yê ser Bazîdê da, Hesen Axa, seroka êla Hesiniyan, 100 siyarên xwe va, derbazî alyê Rûsa dibe. Mêrxasya siyarên Ȇla Hesinyan û serokên wan nava ordiya Rûsa da deng veda. Heta Nivîskarê Rûsî mezin Pûșkîn jî rastî Hesen axê tê û derheqa Ȇzdiyan da dinivîse. Pey ra êla Hesinya derbazî Surmeliyê, çiyayê Sînekê dibin, xwera gunda șên dikin, dikevin bin perê dewleta Rûs. Dewleta Rûs vê malbetê wek serokê Ȇzdiyên temamya Rûsyayê nas dike…
Sala 1878 a Ȇzdiyê Ȇla Sîpka, ji êla xwe qetyan, bi xûn û wundayan mezin derbasî alyê Rûs bûn û nêzîkî Qersê xwera gundên vala ava kirin.
Wan salan alyê dewleta Osmanyê va komkujyên Ȇzdiyan didin pey hev: Komkujiya êla Anqosyan (Șêx Mîrza), Komkujiya herd gundê Delan, Șerê Erenzê, Ȇla Mîrzkê Zaza…Û gelek komkujyên biçûk û mezin kîjan di nava kerraya dîrokê da hatine ji bîrkirin.
Van komkujiyan da Ȇzdî çiqas hatêne qirê, çiqas qulibîne, kuda revyan e, kes nizane. Dîrok ne hatye nivîsar. Dîrokeke kerr, dîrok wunda pey Ȇzdiyan maye… Nava êzdiyên Rûsyayê da navê gelek eșîran hene. Wusane hinek revyane nava êzdiyên Rûsiyayê…
Nû eyan dibin, ku gelek eșîrên Ȇzdiyan berbi Anatolyê, Xoresanê revyane ew jî bûne xurê xwebîrkirina dîrokê…
(Dûmayîn heye)
Xelat
