Hunermendê kurd ê mezin şîretên civaknasî dide
Hunermendê kurd ê mezin û naskirî û dêrîn mamoste Ebdurihman Ehmed Koran ji bilî pîşeya hunermendî û stranbêjî, dest bi belavkirina vîdyoyên şîretî ya civaknasiya kurdan kirî.
Di her vîdyoyekê de, behsa mijareke girîng dike ku civakê azad û yekrêz bike. Car heye derbarê pevçûnên bê wate, car heye derbarê danustanên civakî, derbarê dewlemendbûn û hejarî, derbarê parastina nirx û bahayên civakî, derbarê, malbat û xalên hestyar û gelek mijarên din ku dikevin xizmeta parastina yekrêziya civaka kurdî a resen.
Her weha hunermendê kurd Ebdurihman Ehmed Koran ji Efrînê ye û ji gundê Koran e, huneremndekî dilêr û xweşdil û Kurdistanî ye, hezkiriyên wî gelekin û ji her çar aliyên Kurdistanê hene.
Herdu lawên wî jî huneremnd û mûzîkjenin ku xwedî kar û erkên pak û rêkûpêkin, malbateke welatparêze ku ji ber fişarên rêjîma Sûrî a Baesî neçarî koçberiya bi dare zor bûn, berê xwe dane welatê Siwîsrayê û ev demeke dirêje li wî welatî nîştecih bûye.
Xelat-Roşîn Serêkanî
