Xweştirîn û bilezetirîn xwarin li ba Mam Celal çiye?

Xweştirîn û bilezetirîn xwarin li ba Mam Celal çiye?

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de- xeleka 11

Mam Celal behsa civaka kurdewarî û kevneşopiyên xwe dike..

Xweştirîn û bilezetirîn xwarin li ba Mam Celal çiye?

Amadekirin: Rêbwar Star

Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.

Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye  û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.

Pirs: Mam Can, Civaka Kurdewarî ya me kevneşopiyên pir xweşik têde hene, xweşiktirîn kevneşopî li ba Mame can çi ye?

Bersiva Mam Celal: 

Welahî li ba min mêvandarî, dilsozî, wefadarî, zelamîtî û camêrî kevneşopiyên xweşik û bedew in. kurd kevneşopiyên xweşik yê pir zêde hene lê bi rastî ez zêdetir van pesend dikim.

Pirs: Cenabê we ku dema cilan li xwe dikî bi rêk û pêk liber dikî lê her çawa be?

Bersiva Mam Celal:

Berya ku Hêroxan bibe hevserê jiyana min, min bi xwe cilên xwe hildibjartin, lê niha ew ji min hildibjêre.

Pirs: Xweştirîn û bilezetirîn xwarin li ba Mam Celal çiye?

Bersiva Mam Celal:

Li ba min xweştirîn xwarin savar e, dibe ku xelk matmayî bimîne, lê savar li cem min pir xweşe, du sê curên savarê hene, savar heye şile, savar heye bi goşt ew xweşe û savara bê goşt ya sêyem li dev min xweştire.

Serdemekê ez ji mala General Barzanî `xwedê jê razî` nêzîk bûm wê demê mala wî li Bexdadê bû, têkiliya min bi wan re pir baş bû, ez yek ji wan Kesan bûm ku diçûm nav mala Mela Mistefa , Jineke gelekî salar û rêzdar ya Mela Mistefa hebû navê xwe (Hemayîl xanim e) dayîka kak Mesûd e, bi rastî jinekî pir salar e , di kurdewariyê de jinên weha kêm hene, gelekî giran û sengîn û delal.

Ez hemû carekê diçûme malê û min hawar dikir û min digot, (Hemayîl Xan) min xwe îro ji bo savarê vexwendiye ba we, ew dikenî û digot, (Celal) xelk çawa xwe bi xwe vedixwîne, min digot, welahî min xwe xwe de`wet kiriye, van salên dawiyê jî ku ez diçûm ziyareta kak Mesûd jî, min xwest biçim xizmeta Hemayîl Xanê, Hemayîl xanê jî hat û gote min, "لإu nîvro jî de`wetî Celal, min savar ji bot e çêkiriye" , digel xwarinên dî , li ba min savar yek ji xwarinên herî xweşin.

Pirs: Belê, hûn navê çend xwarinên me yên kurdewarî dizanin?

Bersiva Mam Celal:

Gelekan dizanim.

Pirs: Weku?

Bersiva Mam Celal:

Wek (Qibulî, Pilav, Kifte û kube, savar, Tirxêne û dandok, nîsk û genimê kutayî) xwarin nemane ku min nexwaribin, yan di serdema Pêşmergatî de, dema em diçûn malan û bi ser malan belav dibûn yan jî min li mala xwe xwarine.

Pirs: Gelo hûn dizanin xwarinê çêbikin?

Bersiva Mam Celal:

Belê ez dizanim xwarinê dirust bikim.

Pirs: Bi taybetî hûn dizanin çi xwarinê dirust bikin?

Bersiva Mam Celal:

Ez qibuliyê baş zanim çêbikim, bamî baş çêdikim, savarê baş çêdikim, goştê braştî baş dizanim û hin xwarinên biyanî jî dizanim, ji bo zanyariyên we jî min Hêroxan fêrkiriye çêkirina xwarinan, herin jê bipirsin ewê niha ji we re piştrast bike ku min ew fêr kiriye ku pilawê lê binê, ez li zîndanê fêrbûm dema ez xwendekar bûm û bi tenê min jiyan dikir û li çiya jî sala yekem dema ez li Çemê Rêzan bûm û hêjmara me kêm bû min her xwarin çêdikir.

Pirs: Îca bi nêrîna te şîva we kê xweştire, ya te an ya Hêroxanê?

Bersiva Mam Celal:

Niha Hêroxan baştire, dizanî çiye? Wekî ku li qonaxa seretayî mamostayê te be û niha xwendekarekî zanko temam kiribe yan master û doktora hebe, weha lê hatiye.

Pirs: Cenabê we tezbîhan zêde bikartînin, xweşiktirîn tezbîh li cem Mam Celal kîjane?

Bersiva Mam Celal:

Kezwan, tezbîhên kezwanan li ba min pir xweşikin.

Pirs: Nêrîna we çiye li hember liberkirina gistîlan ya zelaman?

Bersiva Mam Celal:

 Çawa yanî?

Pirs: Piraniya zelamên niha piştî du salên jin anînê gustîlka xwe datînin?

Bersiva Mam Celal:

Xirape, bi dîtina min karekî xirape, bi mi xweşe ku zelam gustîl di destê wan de be, ewên ku datînin ji bo fêlbaziyê datîinin yan jî jê şerm dikin , ku herdu jî xirapin, min çi demî gustîlka xwe nedaniye.. ji ew sala ku zewicîme, car caran heta ku biçûk jî dibe min her nedaniye, eger ji bo paqişkirinê nebe.

Pirs: Ew gustîlka we hîna ew gustîla dema nîşanbûyînê ye?

Bersiva Mam Celal:

Belê hîn ya wê salê ye, dema ku min Hêroxan nîşane kiriye.

*******

 Dewamî heye….

Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de

Ji Soranî/ Dawûd Çîçek

Xelat