ROJAVA- Rola Firansa li Sûriyeyê
Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PYDKS) Mehmûd Mihemed, roja yekşemê 11/5/2025 bû mêvanê bernama Rojava ya Kenala Gelê Kurdistanê .
Di wê hevdîtinê de Mehmûd Mihemed bal kişand ser rola Firansayê li Sûriyeyê û pêşwazîkirina Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şerih li koşka Elîzê ji aliyê serokê Fransa ve û her weha peyamên Firansa ji bo desthilata Şamê hatin gotûbêj kirin.
Bernama Rojava taybet bi bûyerên germ ên li Rojavaya Kurdistanê ye ku di kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê tê weşandin û ji aliyê rojamevan Hozan Efrînî ve tê pêşkêş kirin û bi hevkariya rojnamvan Dawûd Çîçek.
Bernama (Rojava) hemû rojên Yekşem û Çarşemê di demjmêr 20:00`an bi dema Hewlêrê tê weşandin.
XELAT