Efrînî: Eger rewş aram nebê şerê navxweyî berferehtir dibê

Efrînî: Eger rewş aram nebê şerê navxweyî berferehtir dibê

Sernivîserê Kovara Xelata Kurmancan Hozan Efrînî bi vê rengî daxuyanî da bi Radyoya Gelê Kurdistan:

Hozan Efrînî wiha got; Rewşa Sûriye ya niha gelek aloz û tevlîheve, ji ber ku desthilata niha bi awayekî ne serbixwe û bi rêkeftinekî navnetewî hate ser desthilatê, ev yek bû sedema wê yekê ku ew desthilat nikaribe tiştekî bike û tenê çewsandin û bikaranîna tunûtîjiyê li dijî pêkhatan.

Sernivîserê Kovara Xelatê di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, Efrînî aşkire kir ku êdî pêkhatên li Sûriyê vê desthilatê napejirînin û daxwaza federaliyê dikin û hemû jî kurdan dipejirînin bi rêbertiya HSDê.

Di berdewamiya axaftina xwe de Hozan Efrînî tekez kir û got: Eger serokê niha Ehmed Şerih xwe rast neke û rewşê aram neke, wê di sala 2026`an de, rewşa Sûriye xeraptir bibe û wê şerê navxweyî berferehtir bibe.

Xelat-DGK