Vejîna Kurd jana jinên Efrînê ji nû ve dinivîse

Vejîna Kurd, nivîskar û helbestvaneka Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê ye, wê gelek berhem nivîsandine ku êşa gelê Rojavayê Kurdistanê, bi taybetî jî ya li ser Efrîn, nîşan didin. Vejîna Kurd, di sala 1975an de li gundê Maratê ya ser bi Efrînê ji dayik bûye, ew ji Zanîngeha Helebê mezûn bûye. Piştre ew bûye mamosteya zimanê Îngilîzî û damezrînera Komeleya Çandî ya Rewşan Bedirxane û di salên borî de sernivîsera rojnameya komeleyê bûye li Efrînê, Vejîna Kurd xwediya çendîn babet û gotarên rojnamevaniye, ew niha li Holandayê çalakvan û mamosteyê zimanê Kurdî ye.
Derbarê kar û çalakiyên xwe ji bo jinên kurd bi giştî û yên Efrînê bi taybetî Vejîna Kurd ji Rojnameya Kurtdistanî Nwê re axivî û got: "Di sala 2012an de, me bi alîkariya çend hevalan Komeleya Çandî ya Rewşan Bedirxan li Efrînê damezrand. Di sala 2013an de, me rojnameyek bi navê Rewşan derxist ku tenê 47 hejmar bi zimanên Kurdî, Latînî û Erebî belav kir. Armanca me ji weşandina rojnameyê pêşxistina rola jinan li Efrîn bû. Di vê demê de, gelek nivîskar û jinên Efrînî li dora rojnameyê kom bûn. Lê mixabin di sala 2018`an de digel êrişa li ser bajarê me çalakiyên komela Rewşen Bedirxan û rojname rawestiyan.
Têkildarî berhemên xwe yên hatine belav kirin Vejîna kurd got: "Di sala 2016an de, min helbestek bi navê (Alendê) weşand, paşê di sala 2018an de, min romanek bi navê (Hawarîna Efrin) û helbestek din bi navê (Gulistan Pîr Nebe) weşand. Min her wiha romana (Nexşeya Êşê) li ser Efrîn, koçberbûna xelkê wê û rewşa keç û jinên li Efrîn nivîsand."
Vejîna Kurd niha li Holandayê mamosteya zimanê Kurdî ye. Wê amaje bi wê yekê jî kir ku, rewşa zimanê Kurdî li Ewropayê ne baş e, nemaze di nav zarokan de, ji ber vê yekê wê pêwîst dît ku di warê parastina zimanê Kurdî li Holandayê de bixebite.
Tekez jî kir û got: "Ez li navendeke parastina zimanê Kurdî ya serbixwe dixebitim, ku xwendekarên zimanê Kurdî lê dixwînin. Armanca me ya sereke parastina zimanê Kurdî ye û fêrkirina ciwan û zarokên Kurd û biyanî ye, ji ber ku divê em ziman û çanda Kurdî biparêzin. Bi hêviya ku Kurdên me yên li Ewropa bi zimanê xwe bixwînin û bi kurdî biaxivin."
Xelat/ Kurdistanî Nwê