Yara bi tabloyên xwe êş û azara gelê xwe dikewîne

Yara bi tabloyên xwe êş û azara gelê xwe dikewîne

Keça Efrînî pêşangeha xwe ya hunerî li Amûdê vedike

Yara Hisko bi tabloyên xwe êş û azara gelê xwe dikewîne

  

Yara Hisko, li bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê yekemîn pêşangeha xwe ya wêneyan vekir ku çend rojan berdewam kir. Yara keçeke Efrînî ye ku niha li bajarê Qamişloyê weke penaber dijî. Ew ji zarokatiya xwe ve bi huner û wênesaziyê ve mijûl bûye û peyam û armancên xwe bi rêya tabloyên xwe û xebatên li ser hunera wênesaziyê û bi giştî şêwekariyê tîne ziman.

Yara bi tabloyên xwe êş û azarên kurdan û gelên Sûriyê ji bîner û hunerhezên xwe re radigihîne. Di hevpeyvîneke kurt de ligel rojnameya Kurdistanî Nwê de Yara dibêje: “Ez di sala 1996’an de li gundê Qibarê ya herêma Efrînê ji dayik bûme, di zaroktiya xwe de hezkirina min ji nîgarkêşiyê re hebûye. Di sala 2013an de min li zanîngeha Helebê beşa Endezyariya Mîkanîkî qedand, ji wê demê ve hezkirina min gelekî zêde ji bo hunera şêwekariyê bi giştî û nîgarkêşiyê hebû, her çalakiyeke hunerî ya hunermendên şêwekar û vekirina pêşangehan hebûya min têde beşdarî dikir.

Di berdewamiya gotina xwe de Yara Hisko dibêje: “Hêdî hêdî, min jî li malê xwe bi warê akademîk ve perwerde dikir, her tim min rênimayiyên hunermendên wekî Hemîd Hemo, Beşar Berazî, Mistefa Elî û Zuhêr Hasîb ên li Şamê liberçavan digirt û ji wan fêr dibûm, ku wan gelekî alîkariya min kirin û piştgirê min bûn.

Yara aşkira kir ku wê heta niha nêzîkî 80 tablo çêkirine, ku piraniya wan behsa çîrokên mirovî dikin, bi taybetî bûyerên ku di nav civakê û mirovan de bi giştî diqewimin, wek çîroka cihêbûna dê û bav û zarokan ji ber şer û koçberiyê û dûrketina ji warên xwe.

Ew yek jî da zanîn ku, ev çîrokên bi êş û xemgîn in bi taybetî ji bo gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Kurdistanê bi giştî, ji ber ku li welatekî ku mirov ne aram bin, helbet welat jî aram nabe. Yara got: "Di vî warî de ez pir girîngiyê didim çîrokên rasteqîn ên gelê Kurd û ev yek di tabloyên min de gelek caran xuya dike."

Di beşek din ya hevpeyvînê de Yara Hisko dibêje: “Ez li ser xeyalên xwe dixebitim û hêvîdarim rojekê li gundê xwe yê Efrînê vegerim û xebatên xwe yên hunerî bidomînim.

Yara da zanîn ku ji bo xwe di vî warî de zêdetir pêş bixe, niha li ser çend xebatên nû dixebite û wiha got: “Ez nikarim bêyî vê hunerê bijîm û her roj li ser tabloyên nû dixebitim, ji ber vê yekê ez plan dikim ku bi awayekî akademîk zêdetir lêkolînan li ser wê bikim.

“Eger derfeta min hebe û herêma me aram bibe, ezê pêşangeheke din li Rojavayê Kurdistanê vekim. Her weha tevî ev rewşa xirap di ware aborî û şer, lê hîna xelkekî pir heye aşiqê hunerê û dahênanê ne û serdana pêşangehan dikin. Li bajarê Amûdê  kiryarên tabloyên min hebûe."

 Yara di beşeke din ya vê hevdîtinê de got: Bê guman jinên Kurd di dîrokê de naskirî ne û xwedî pêgeh û karekterê xwe ne, lewma keç û jinên Kurd dê bi hêz bimînin û li ser xebat û nûjeniyê bo xizmetkirina neteweya xwe berdewam bin.

Di dawiya axaftina xwe de Yara weha pêde çû û got: “Huner bi giştî û wênesaziyê bandoreke mezin li ser gelê Rojavayê Kurdistanê dike û şer û jiyana penaberiyê rê li ber wan nagire ku rê û baweriyên xwe bidomînin jî, eger hemû derî bên girtin jî dê bi rêya hunerê peyama xwe bidin .

 Ji Soranî bo Kurmancî/ Dawûd Çîçek

XELAT/ Rojnameya Kurdistanî Nwê