Xalid Elo hevalekî dilsoz û xebatkarekî dilêr bû

Nivîskar: Hişmend Ebdilmenan Şêxo
Dost û hevalên hêja
Bi babeta salvegera Heftem di ser koçkirina Birayê min û rêhevalê jiyana min Mamoste Xalid Elo re , ez vê kurte nivîsê diyarî dost , heval û hezkiriyên wî dikim..
Hevalê Xalid
Di gel bilbil dinalim
Di gel xortan dikalim
Di gel qîzan diqîrim
Bi şev û roj bi gav û dem
Bi teqîna topan re
Bi gurmîna bomban re
Tu jî bîr nabî hevalo
Di ber qêrîna jin û zarokên di jêr zemînan de
Di girtîgeh û zîndanên çeteyan de
Di kongir û civînên partîzanî de
Tu ji bîr nabî hevalê hêja
Li şêrewa , Deşta Cûmê , Cindirêsê , Bilbilê , Meydan Ekbezê , Çiyayê xastiya û Hawarê , li Şiyê , Çeqela , Mabeta û li navenda bajarê Efrînê di her kolanekê de bîranîneke me heye..
Li Bîrê Kosa , li Kitxê…. Rûniştina li ber dara gulê , xewa li bin dara gûzê , di ber vêxistina matorê re û amedekirina mize , ken û henekên te… Tu ji bîra min naçî delalo
Di amedehiyên Sersal û Newrozan de li ber solava Gemrûkê û Bendava Meydankê , li Yayla , zozan û seyrangehan li ber maseyê , bi awaz û şîngşînga piyalên meyê re her li ber çavên min naçe ji bîra min awirên wan çavên pilingî kenî hênik , bejnê zirav bihna şûşê dîzayr û dûmana cixareya di nav lêvên te de tu ji bîr nabî hevalo
Li Helebê , li Kobaniyê û Cizîrê , bîranînên me li mêvanxaneya (Asiya) û li Hola hevalê Cegerxwîn. Li Kurdistana Başûr û Bakur li ber gola Wanê wêneyê hevalê Xalid herdem û her gav di bîra min de ye
Gelo ezê karibim bi tenê birînên Efrîna xwe bikewînim û derman bikim....
Kurte jiyana hevalê Xalid :
Di sala 1984an de li bajarê Efrînê hatiye jiyanê, zaroktiya xwe li gund derbas kiriye , xwendina xwe ya seretayî li gundê (Mistika) xwendiye , xwendina xwe ya amedeyî û navendî li bajarê Efrînê xwendiye.
Di sala 2005an de derbasî zanîngeha Helebê bûye û li wir zagonsazî xwendiye.
Di dawiya sala 1999an de û di destpêka sala 2000 î de ew weke hemû xortên me hestên welatparêziyê li cem gur dibin û guhdanê bi xebata netewî ya kurdî dike. Di vê çarçewê de wî guhdan bi dîroka tevgera gelê xwe kiriye. Dîroka şoreşên kurdî û dîroka Kurdistanê baş xwendiye û weke xortekî welatparêz peywendî û dostanî bi gelek aliyên tevgera xwe ya netewî re kiriye.
Di sala 2004an de ew derbasî nav xebata Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bûye û di nav rêxistinên xwendekaran de xebitiye û di sala 2011an de ew bûye endamê komîta şaxê û di wê demê de Xalid û hevalê xwe Hişmend di Partiya Pêşverû de rêxstineke xwendekaran li Efrînê dadimezrînin û rêbertiya wê rêxistinê dikin. Wek xortekî parêzer û kadirekî partîzan li gelek çalakiyan li Efrînê beşdar bûye û gelek civîn û semîner ji xwendekaran re çêkirin e.
Di sala 2015 di konfiranseke herêmî de ew hate hilbijartin wek nûnerê şaxê ji kongireya Çardemîn re .
Di sala 2015an de ew endamê kongireya Çardemîn bû ya Partiya Pêşverû ( Kongireya pakrewanên Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê). Piştî li darketina kongireya çardemîn di konfiransê Efrînê de bi piraniya dengan hevalan ew hilbijartin ji komîta herêmî re , û di wî konfiransî de ew bû endamê komîta herêmî û berpirsê rêxistina bajêr û wisa xebata xwe berdewam kir heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Ji bilî kar û çalakiyan û hevdîtinên rojane li nivîsgeha patiya me , her êvar ew li cem min bû , û bi taybetî di dema şerê Efrînê de.
Êvara 15 heyva Sibata 2018an de weke her roj ew ji bo mijareke partîzanî li cem min bû , me karê xwe bi dawî anî û me soz da ku siba di demjimê 10 bi sibê em hev bibînin , lê sed mixabin pistî sê demjimêran bi êş û xemgîniyeke mezin min nûçeya koçkirina wî bihîst.
Hevalê Xalid xortekî hêja û gernas bû , xebatkarekî paye bilind û cefakêş bû , hevalekî mêrxwaz û partîzanekî pêbend û dilêr bû , ew nimûneyeke zindiye ji xebatkarên partîzanî re. Mamoste Xalid yek ji wan xebatkarên dilsoz û bîrmend bû , û bi dirêjahiya salan ji buhara jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û di karê partîzanî de berdewam bû. Bê westan di nav hemî beşên civakê de û di nav xwendekarên Zanîngeha Helebê de û di gelek qonaxên xebatê de hevalê Xalid bi mêranî dixebitî û wek xebatkarekî kulneder û parêzerekî zîrek bervanî di ber rêbaza partiya xwe û doza netewî ya kurdî de dikir.
Hevalê Xald ji nifşê xwe re bav û bira bû , ji Partiya Pêşverû re hevalekî çalak bû. Nefsbiçûk bû bi heval û dostên xwe re , nefsbiçûk bû bi civaka xwe re , hêvî û daxwaza wî ew bû ku gelê kurd wek hemû gelên cîhanê bighê azadiya xwe û ala xwe li ser xaka xwe hilde û jîneke bi rûmet bijî.
Gelî camêran
Bi rastî çendî ku ez li ser vî camêrî bêjim û binivîsim ez kêm dibêjim ji ber ku em bi hevre mezin bûn. Em hevalê hevî jiyanê bûn û di hemû qûnaxên jiyana rojane de em bi hevre bûn û rojekê min kêmasiyek wî camêrî nedît. ji bilî ku ew hevalê jiyana min bû zêdetirî Yazde salan em bi hevre xebitîn û ez berpirsiyarê wî bûm û di hemû qûnaxên karê partîzanî de nayê bîra min rojekê min karek jê xwest û wî got ez ne vala me yan karekî min heye û hew… Lê belê ew herdem amede bû ji xebatê re û çi karê wî heba di cî de dihêşt û wisa digot : Mamosteyê min ez herdem amede me , kar û xebata me ya netewî di ser her tiştî re ye.
Bi rastî hevalekî xebatkar û dilsoz bû , hevalê hevalî xwe bû.
Çûna kak Xalid ne tenê zirara malbat , heval , dost û partiya wî bû , lê belê mezintirîn zirar bû ji civaka me re û ji tevgera netewî ya kurdî re.
Hevalê Xalid sond bi wan çavên te yên ku bi dehan stêran xwe lê digrtin : Bi navê te
Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê Partiya Pêşverû emê di rêveçûna xebata netewî ya kurdî û di karê partîzanî de berdewam bin da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Sed silav li giyanê te ey xebatkarê kulneder
Sed silav li giyanê te Ey dilsozê "Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê"
Heleb : 15 / 2 / 2025 Z - 2637 K
Heval û birayê te : Hişmend Ebdilmenan Şêxo
XELAT