Rêvebirekî dibistanê û lawkê xwe binav bûn

Rêvebirekî dibistanê û lawkê xwe binav bûn

Duh li gundê Tilsilorê ya ser bi Cindirêsê ya herêma Efrînê, rêvebirê dibistanekê li Devera Efrînê yê bi nave Ebdo Îso li gel lawkê xwe Emîr ketin ava Efrînê û di encamê de, herdukyan jiyan ji dest dan.

Wek hat zanîn ku rêvebirê dibistanê mamoste Ebdo Îso ji bo seyrana xwendekaran, dest bi geşteke seyranê li ber rûbara Efrînê kir, lê dema ku lawkê wî dikeve nava rûbarê, ew jî xwe davêje nav rûbarê tako wî rizgar bike, lê ji ber bihêzbûna avê û lihevketina rengê wê ya herimî, mamoste nikarî lawê xwe rizgar bike û ew jî wek lawê xwe di rûbarê de, binav dibe û jiyana xwe ji dest dide.

Mamoste Ebdo Îso yekek bû ji kesayetiyên kurd ên zana û xwedî navûbangekî pak û cihê rêz û pêzanînê.

Em jî bi nave stafa Kovara Xelatê serxweşiyê li tevahî malbat û xizmên nemir mamoste Ebdo Îso dikin û Xwedayê perwerdekar daxwazkarin ku di beheşta berîn de nîştecih bike.

Xelat