127 Saliya Rojnamegeriya Kurdî Serfiraziya Me Ye

Rojnamevan û Nivîskar: Hozan Efrînî
Di vê roja mezin de, bi boneya 127 salvegera derçûna yekemîn Rojnameya Kurdî bi navê “Kurdistan” ez we hemû hevpîşeyên xwe ên xebata rojnamegeriyê pîroz dikim.
Pîroz be li teloşer û xebatkar û rojnameger û serok û serkideyên kurperwer ên rewanşad û nemirin.
Pîroz be li jin û zarok û ciwan û keçêm kurdperwer yên xwedî helwestên netewî.
Pîroz be li ax û xwezayî û deşt û çiya û newalên Kurdistanê.
Pîroz be li malbata Bedirxan a kurdperwer û xwedî rêbaza azadiya Kurd û Kurdistamê.
Îro roja sêşemê 22-4-2025`an, roja rojnamegeriya Kurdî ye ku 127`an, anku 127 sal beriya niha yekemîn rojnameye bi navê “Kurdistan” ê ku ji aliyê rojnamevanê mezin ê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ve li bajarê Qahîreyê paytexta Misrê hatibû derxistin û weşandin ku piştre wek roja rojnamegeriya kurdî hate nasandin ku rojeke girîng û pîroz e.
Divê em ji bîr nekin ku di 21-3- me cejna Newrozê pîroz kir û di dawiya meha Adarê de jî, me cejna rojiyê jî pîroz kir û piştre jî cejna Ekîdo bû dîsan me pîroz kir û çarşema derbasbûyî ji kurdên me Êizdî re cejna Çarşema Sor bû û me pîroz kir û û duh jî cejna xiristiyanan bû me ew jî pîroz kir û evroj jî cejna rojnamegeriya kurdî ye, ez wek rojnamevan û rojnamevanekî ku ji sala 2005 ‘an ango ji 20 salan ve, di wê xebatê de dirêjpêder im, ez bi berdewamî di vê pîşe û behreyê de kar dikim ku ev roj salvegera rojnamevaniya kurdî ya 127`mîn a rojnameya “Kurdistan” ê ye, ez ji dil ev roja giranûbiha û watedar li we gişikan pîroz dikim.
Her weha roja 22 Nîsanê ji hemû salekê wek roja Rojnamegeriya Kurdî an jî Cejna Rojnamegeriya Kurdî ji aliyê hemû alî û kesayetiyên kurdî ve hatiye nasandin.
Di vê rojê de, gelê kurd bi awayekî hevdeng û hevseng dest bi pîrozkirin û bilindragirtina wê yadgeriya pîroz ku bo yekemîn care ku kurd xwedî destkefteke we girîng û bi berhem be ji aliyê rewşenbîriyê ve ku wek tê zanîn kurd di aliyê leşkerî de ti pirsgirêkên xwe tune ne, lê mixabin her dem ji aliyê siyasî û dîplomasî û ragihandinî ve ketiye aloziyan, lê di vê serdemê de, êdî kurd bû ye xwedanê her tiştî.
Bi hatina 127`mîn salvegera rojnameya “Kurdistan” , ez vê roja pîroz û bihadar û pir bi nirx, li tevahiya rojnamevan , rewşenbîr , hemû çîn û tiwêjên gelê Kurd û Kurdistanê, bi taybetî giyanpak û canpakiya rojnamevan û wênegerên şoreşger yên li şerê azadiya welat li Rojava û Başûr û Bakur û Rojhilatê Kurdistanê tevlî karwana nemiran bûne, pîroz dikim û hêviya serkeftin û serfiraziyê û bîr û ramanên azad bi awayekî berferehtir ji hemû kesekî pênûsdarê Kurd yên welatparêz û xemxwerê parastina doza rewa yê gelê kurd û Kurdistanê dixwaz im.
Her weha li vir dibe mirov hinek rastiyan ji bîr neke ku yek ji wan rastiyan ewe ku nemir û windayê nerewa û doza giran Serokê rewanşad Mam Celal yek ji rojnamevanen herî bijarte yên rojnamegeriya kurdî û peyva azad li Kurdistan û Êraqê bû.
Her weha wênegir û rojnamevana jon a pêşmerge û şoreşger li ser çiyayên Kurdistanê Hêro Îbrahîm Ehmed bi boneya 127`mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî ez wê jî pîroz dikim.
Hêro Îbrahîm Ehmed di derbarê rojnamegeriya kurdî de wiha digot ku emê her dem baweriya xwe bi rojnamegeriya azad bînin û piştevaniya rojnamevanan bikin. Emê li ser rêya pîroz a ku Mam darijtiye û projekiriye berdewam bike.
Wek tê zanîn ku Dade Hêro Xan yekek ji wan wêniger û rojnamevanên herî naskirî û pêşketî di nava xebatên çiyayên Kurdistanê bû.
Xwedana bîrokeya alîkarî û xizmetkirina rojnamegeriya kurdî ye, bi riya damezrandina kenala ezmanî a Kurdsatê dikarî xizmeteke pir baş û pak ji bo vejandina çand û huner û rojnamegeriya kurdî a resen bike
Dade Hêro bi xwe jî hem keça rojnamegerê mezin ê kurd nemir mamoste Îbrahîm Ehmed û ronakbîra mezin a kurd Gelawêj Xanê ye û hem hevjîna rojnamevanê mezin rewanşad serok Mam Celal e.
Bi destpêkirina rengên jiyanê yên bihara Kurdistanê ya xweşbîn û rengîn, gupik û kûlîkên bax û baxistanên welatê rojê pişkiviyan û rojanameya Kurd ya bi navê Kurdistan jî di mêjk û hizrên gelê me de, vejiya û bîranîna wê her sal di 22 nîsanê de te pîroz kirin.
Di hersalê de û di roja 22-04'an de, salvegera vêketina mûma yekemîn ya vebiriqandina navê rojnameya bi navê “Kurdistan” herdem li ser destpêka rûpelên rojname, Kovar, malper û serlêvan e. Her weha di wê rojê de destpêkirina dîroka weşana rojnamegeriya Kurdî hate bi destnîşan kirin û bûye bi rojeke girîng ji tevahiya gelê me re.
Weku tê zanîn ku em hemû ji bo vê rojê xwe bi berpirsyar dibînin û ji bo pêşxistina pirojeyên azadiyên bîr û remanan û hizir û hişên neteweyî yên ku ji aliyê malbata welatparêz û ser rêberên Kurdan, Bedirxaniyan ve destpêkiribû, em baş dizanin ku ji roja rojê ve, kar û xebata wê malbatê mîna nasnameya me yê rewşenbîrî û çandî hatiye naskirin.
Li dîrokê bînerê rastiya 127 salên borî de, yekemîn rojnameya Kurdî yê bi navê "Kurdistan" ku di 22-04- 1898’an de, ronahiya xwe da ser rûpelên dîroka gelê me yê aştîxwaz û mafperwer wek şoreşeke hizrî û ramanwarî we bû.
Her weha bi serpereştiya herdu bira yên ronakbîr û rewşenbîr, Miqdad û Ebdirihman Midhet Bedirxan Beg li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana hejmara yekemîn ya Rojnameya Kurdistan kirin,pitşre li Cinêv û Londin û careke din Qahîreyê berdewamiya wşanên xwe dikir.
Weke tê zanîn ku weşandina rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke niştîmanperwerî û çandî ji aliyê hemû Kurdan ve tê naskirin.
Ji bo berdewamîya wana di nava kar û xebatên şoreşa hizrî neteweyî kurdî de, dibe ev roj, bi rojeke cejin bê nasandin û bi taybet bi wergerandina we rojê bo warî piraktîkî û bi dilsozî bê pêşxistin û parestin.
Ev roj roja derketina hizrên rast û dirûstin, roja ronahîkirina rastiyên veşartîne, roja bi destxistina bîr û nêrînên azade, roja nehîştina sitem û ne rewatî li dijî gelê Kurd e.
Baweriya min bi pêşxstin û serkeftina vê rojê heye ji tekoşîna ramyarî û ta tekoşîna hizrî, bi reanekî azad dibêjim salên li pêş me, dê bibin salên azadî û serfiraziya gelê Kurd û Kurdistan.
Ji ber vê rojê, ez roja rojnamegeriya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê yên dilsozên parastina doza rewa pîroz dikim û serkeftina rojnamegeriya rasteqîna ya dûr li ecnîde û firoştina pênûsan li pênûsdarên xemxwar yên gelê xwe yên bi wîjdan pîroz dikim.
Di vê rojê de jî ez pakrewanê rojnamevan ên ku di heyama kar xebatên rojnamegeriyê de tevlî karwana nemirên Kurd û Kurdistanê bûne serê rêz ji wan re datinîm û ji dil û can ve wan bi bîrtînim.
Hozan Efrînî
Sernivîserê Govara Xelat
Endamê Çalak yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê
Endamê Fedresyona Rojnamegeriya Navneteweyî (IFJ)
Xelat