FAKULTEYA ZANÎNGEHA ZENGEZORÊ BI NAVÊ KURDÎ YE

FAKULTEYA ZANÎNGEHA ZENGEZORÊ BI NAVÊ KURDÎ YE

Nivîskar û Lêkoler: Zeynelabidîn Zinar

Ev e du sal in ku Zanîngehea Zengezorê perwerdehiya xwe li Enqereya paytexta Tirkiyê berdewam dike.

Di zaningehê de çend fakulteyên cuda hene.

Yek jî bi navê Fakulteya Zimanê Kurdî hatiye tescîlkirin.

Komara Tirkiyê sal 2011-12 çendî ku çend beşên kurdî li 7-8 zanîngehan vekiriye jî, lê ne bi navê kurdî, bi navê ”Enstîtuya Zimanîn Zindî” bi navkirine.

Lê belê Zanîngeha Zengezorê hem jî li paytexta Tirkiyê bi navê kurdî fakulte vekiriye û nija perwerde jî berdewam e, ez jî xwendekarê wê me.

Spas û silav Zengezor!

Serkeftin ji te re…

12/ 05/ 2024

--------

Zeynelabidîn Zinar: EZ BÛM XWENDEKARÊ FAKULTEYA KURDÎ

Dibe ku hinek bêjin DE LOOO! PIŞTÎ SERA Û VÎ EMRÊ HA? ÎÇAR XWENDIN?

Lê divê neyê jibîrkirin ku Ayeta pêşî ya Qurana pîroz ku dahatiye, Xwedayê me gotiye: BIXWÎNE…

Piştî ku jiyê min bû 72 sal, ez bûm xwendekarê Fatulteya kurdî li Zanîngeha Zengezorê.

Sal 1980, ez li bajarê Sêrtê ketibûm azmûna giştî ya zanîngehê jî, lê Cuntaya Faşîst a 12ê Êlûna Rûreş bû asteng.

Sal 1981, dema min bi yekî re bi kurdî xeberdida, Qeymeqamê Batmanê gote min EŞEKÇE QONIŞMA (Bi zimanê keran nepeyive).

Piştî hewqas salên maciriyê, ez li Enqereya paytexta Tirkiyê bûne xwendekarê Fakulteya Kurdî.

Dema ez pênc-şeş  salî bûm jî, min bi kurdî dev bi xwendinê kiribû, niha ez bûme 72 sal jî, dîsa dîsa bi kurdî dixwînin.

Navê Fakulteyê jî bi tirkî KÜRT DİLİ EDEBİYATI ye.

Spas ji Yezdanê dilovan re, demeke kurt maye ku ez pola yekê biqedînim û derbasê pola duyemîn bibim.

Bi hêviya ku salxurên me hemî kurdî bixwînin.

10/ 05/ 2024. 00.10

XELAT