WEY KALÎYÊ

WEY KALÎYÊ

Helbest: Ebdurrahîm Înanç

 

Mustefilun mustefilun mustefilun mustefilun

Wey kaliya malik xerab her dem bi êş û îzdîrab

Ma qey nebes bû ev ezab cergê me sotin bû kebab

Kanê ciwanî ka xweşî ew zewq û narîn û geşî

Ronî te bir anî reşî dinya li min wê bû serab

Xedrê dikî nabêjî bes carek te bir zewq û hewes

Muhlet tu nadî yek nefes ev jîn li min va bû hubab

Pêşî sipî û kal dikî bê heyl û hem bê hal dikî

Ber minnet û bê mal dikî rewşa di min têk bû şîtab

Pêşî te çavê min birin muhtacî berçavka kirin

Dî xwendinê ranagirin ka hûn bibêjin yek cewab

Sendrom çî ye ew bê xwedî  te’rîfek bo wê min nedî

Jan û tezînek kes nedî nahêle çavande xewab

Çûka di êşînî ji dil piştê dikî mîna kevil

Bejnê dikî şibhê hejil nabêji bes malîxerab

Sekta dilî êşa giran zîr û zeber kîr tev guman

Pelçim weran mislê xezan mirov dibîtin pir bîtab

Kollesterol astengîye, cûbar li xwînê girtî ye

Destûr ji bo xwarnê nîye hetta digêrit bin turab

Çavên di ron nabîn dikî “ Behmûrî”jî bê vîn dikî

Axir tu talî dîn dikî ma qey ne bes ev iztîrab

 

23/4/2026  ENQERE

Xelat