Ka Em Vegerin Efrînê‏ ‏

Ka Em Vegerin Efrînê‏ ‏

Helbest: Kubar Hawar

 

Dûrî Efrînê cihê me nîne‏ ‏

Sîngê konan xwe li me dimîne

Lê bihar xweşiyê bi xwe re tîne

Tev Rojava ji bo me şêrîn e‏ ‏

Efrîn warê bav û kalan dimîne‏ ‏

Ka em vegerin Efrînê‏ ‏

Heşt sal in, rê li pêş girtine‏!‏

Çavên bavan xwînê diherkîne

Dayîk bi hesreta wê darê dimîne‏ ‏

Heşt sal in, girtiyên devê bê ne‏ ‏

Ger bimirin, şehîdên wê axê ne‏ ‏

Ka em vegerin Efrînê‏ ‏

Spas Qamişlo, dost û hevalan

Amûdê, Kobanê û tev waran

Li me xwedî bûn wek biran‏ ‏

Li gel wan ji bîr dibûn êşên salan

Me şehîd dan bi hezar û dehan

Were em vegerin Efrînê‏ ‏

Vedigerin, bi wan birînên kûr

Çendî kişandin zehmetî û zor

Kirasê zeytûnê namîne bi reng sor

Spas ji bo Başûr û Bakur‏ ‏

Rojhilat jî ê azad bibe ne dûr‏ ‏

Were em vegerin Efrînê‏ ‏

Hembêzê veke, vedigerin zarok

Li hembêza te keç xwe dibînin bûk‏ ‏

Sibeha bixwînin bilbil û pepûk‏ ‏

Tizbiyên kalan bibêjin wan çîrok‏ ‏

Spas ji bo xwîna şehîdan ey dîrok

Were em vegerin Efrînê

 

9/3/2026

Xelat