11/11 cara duyemîn Serok Mam Celal dibe Serokê Êraqê
Roja 11/11/2010 Rewanşad Serok Mam Celal Talebanî bo gera duyemîn bi Serokomarê Êraqê tê hilbijartinê.
Malpera `Saziya Serok Celal` Talebanî gotarek bi navûnîşana (Mam Celal Yekemîn Serokomarê Kurd li Koşka Selam) belav kiriye.
Serok Mam Celal Talebanî, cara yekemîn di 6`ê nîsana 2005`an piştî hilbijartina wî ji aliyê encûmena nûnerên Êraqê ve postê serokomariya Êraqê werdigre û di 11/11/2010 bi piraniya dengan carekî din bo serokkomariyê ji bo gera duyemîn hat hilbijartinê.
"Ji Pêşmergtiyê bo Serokomariyê"
Bi hilbijartina Serok Mam Celal dibe yekem siyasiyê kurd di dîroka Êraqê de ku postê serokê welat bigre stûyê xwe û dibe yekem serokomar ku ji aliyê encûmena nûneran a Êraqê ve di dîroka wî welatî ku di sedsala bîstan de her weha yekem serokomarê Êraqê ku di bin destûra nû ya Êraqê de were hilbijartin.
Jiber siyaseta hakîmane ya serok Mam Celal û bi cih anîna birayetî û lihevhatinê di navbera hemû pêkhateyên Êraqê ên netewî, olî , taîfî û siyasî de, ji aliyê lêvegera bilind a Şî`eyan (Ayatûlah Elî Sîstanî) ve naznavê (Semamê Eman) bi Mam Celal bexşî.
Serokê Saziya Serok Celal Talebanî Balyoz Dr. Mihemed Sabir, di bîranînên xwe de weha nivîsiye: "Cihê serok Mam Celal li Êraqê tije nabe, çûnkî bi ezmûn û temenek ji zanebûna xwe bûbû cihê xêrê ji bo gelên Êraqê û hemû alî li ser mêza giftûgoyê kom dikirin û nerîneke wî ya realîst li ser rewşê hebû, ku wî li navxwe û derveyî welat serkirdeyên dikirin dostê xwe û bi vî awayî bala serkirdeyan bi aliyê xwe ve dikişand."
XELAT/ Jêder: Malpera PJTF
