Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka tê vekirin

Beşê Kurdî yê Dengê Amerîka tê vekirin

Rûpela Kurmancî ya pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê li ser hesabê xwe ya fermi a Facebookê ragihandiye ku, beşê Kurdî yê Dengê Amerîkayê di demek nêzîk de ji nû ve wê dest bi bernameyên xwe bike.

Piştî neh meh û nîvan ji girtinê, Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka (VOA) ji nû ve vebû û hin karmendên wê ji nû ve dest bi kar kirin.

Li gorî zanyariyên ajansa PUKMEDIA`yê jî, hin karmendên sereke yên Dengê Amerîkayê bi nameyê hatine agahdarkirin daku vegerin ser karê xwe.

Di derbarê ji nû ve destpêkirina bernameyan de,ne diyar e ku kengê dê ji nû ve dest pê bike, û rojnamevan û hin karmendan ji bo vegera ser kar nehatine agahdarkirin, ji ber vê yekê ew li bendê ne ku bibînin ka ew ê di pêşerojê de ji nû ve dest pê bikin, an jî VOA dê bernameyên xwe bi karmendên xwe yên sereke ji nû ve dest pê bike.

Xelat