Serokê YNKê li dibîstana Rewşan Bedirxan deng da

Serokê YNKê li dibîstana Rewşan Bedirxan deng da

Îro sêşeme 11/11/2025 Serokê Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Celal Talabanî, li navenda dengdanê ya Rewşan Bedirxan a li bajarê Silêmanîyê deng da.

Bafil Celal Talabanî wek yekem serkirdeyê siyasî yê Herêma Kurdistanê danê sibehê  beşdarî hilbijartinên giştî yên xola şeşemîn a parlementoya Êraqê kir. Bafil Celal Talebanî ragihand: "Ez ji xelkê dixwazim ku bi wijdan deng bidin, dengê xwe bidin wê ku dikare pirsgirêkên we çareser bike ku ew jî lîsta 222 ye".

Hêjayî gotinê ye ku roja yekşemê jî proseya dengdana taybet li seranserî Êraqê birêveçû û li gorî encamên destpêkê YNKê li parêzgeha Silêmanî û Kerkûk û Helbeçeyê û herdu îdareyên serbixwe yên Germiyan û Ranyayê yekemîne û li Hewlêr Neynewayê dengekî zêde bidest xistiye û zêdetirî 83,000 deng bi dest xistiye, ku ev ji sedî sed dengên xwe zêde bûne li gorî hilbijartinên berê.

Pêvajoya dengdanê îro saet 7:00ê sibê li seranserê Êraqê dest pê kir ku zêdetirî 20 milyon kes mafê dengdanê hene.

 

Xelat