Li navçeya Şengalê goreke komî hatiye dîtin

 Li navçeya Şengalê goreke komî hatiye dîtin

Goreke din a komî li navçeya Şengalê hatiye dîtin ku pêşbînî tê kirin rûfatên 10 kesan têde bin.

Berpirsê rêxistina Êzîdî ji bo belgekirina gorên komî ên Şengalê (Xeyrî Elî) ji rojnameya Kurdistanî Nwê re ragihandiye ku, heta niha 68 gorên komî li seranseriya navçeya Şengalê hatine dîtin û hatine vekirin.

Bi gotina Xeyrî, roja 18/5/2025 goreke din a komî ji aliyê hêzên ewlekariyê li Şengalê hatiye dîtin û tê payîn yê xelkê Şengalê bin.

Diyar jî kir ku her di vê heftiyê de 2 gorên din ên komî li Devera Şengalê hatine dîtin.

Di Tebaxa 2014’an de terorîstên DAIŞ’ê êrişî devera Şengal û derdora wê kirin û komkujî li dijî gelê me yê Êzidî pêk anîn.

 

Xelat