Serok YNKê: Divê Kurdistan bibe pirek ne meydana şer
Di hevpeyvînekê de li gel kenala Fox News re, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê (Bafil Celal Talebanî) ragihand, ` Divê Kurdistan bibe pirek ne meydaneke şer `.
Bafil Celal Talebanî li ser peywendiya xwe ya telefonî bi Serokê Amerîka Donald Trump û berpirsê Êranê axivî û helwesta xwe li ser şer û guhertinê heyî got: Divê Kurdistan bibe pirek, ne meydaneke şer. Her weha amaje bi wê yekê jî kir ku, Kurd xwedî pozîsyoneke bêhempa ne ku roleke navbeynkariyê wek ya Rewanşad Celal Talebanî dilîst.
Serokê YNKê nîgeraniya xwe ji bo "krîza mirovî" anî ziman û daxwaz kir ku pirsgirêk bêyî xwînrijandinê û bi riya diyalogê werin çareserkirin.
Bafil Celal Talebanî tekez kir û got: Tenê aştiya mayînde dê seqamgîrî û aramiyê bîne herêmê.
Xelat
