Mamostayê Zanîngeha Silêmanî ji bo Lîjneya Rexnegirên Cîhanê hat destnîşankirin

Mamostayê Zanîngeha Silêmanî ji bo Lîjneya Rexnegirên Cîhanê hat destnîşankirin

Zanîngeha Silêmanî ragihand, Pro.Y.Dr. Kovan Hisên, mamostayê Zanîngeha Silêmanî, wekî nûnerê yekane yê Kurdistanê di Komîteya Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî de ji bo Xelata Rexnegirên Taybet a 12emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê hatiye berbijêrkirin.

Zanîngeha Silêmanî gotiye: Mamosteyê Beşa Medya û Çêkirina Fîlman a Zanîngeha Silêmaniyê Pro.Y.Dr. Kovan Hisên, di çarçoveya lîjneya Federasyonê (FIPRESCI) de û li kêleka rexnegirên ji Almanya û Hindistanê, fîlmên beşdarî festîvalê nirxandiye.

Li gor daxuyaniya zanîngeha Silêmaniyê, ev beşdarbûna di saziyeke navneteweyî de, ku di 70ê festîvalan de xelatan dide, teqdîrkirina helwesta zanistî ya mamosteyên Zanîngeha Silêmaniyê di forumên navneteweyî de ye.